Xizmê girtiyan bi Temellî re hevdîtin kirin 2019-04-02 18:52:28   ENQERE - 100 kesên ji Xizmên girtiyan û Dayikên Aytiyê pêk tê bi armanca bi Wezareta Dadê re hevdîtin bikin hatin Enqere, lê 10 saetin li dervê Enqere ji aliyê polîsan ve tên rawestandin. Li ser navê heyetê 8 kesan astengiya polîsan derbas kir û hatin Enqereyê û bi HDP'ê re hevdîtin kirin.    100 kesên ku ji Malbatên girtiyên û Dayikên Aştiyê pêk tên, bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û piştgiriyê bidin çalakgerên di greva birçîbûnê de ji gelek bajaran li hev kom bûn û serê sibê hatin Enqereyê. Lê polîsan Malbat û Dayikên Aştiyê di ketina Enqereyê de ji saet 08.00'ê Sibê heta niha rawestandine û destûr nadin malbat bi Wezareta Dadê re hevdîtin bikin. Heyeta ji 100 kesan pêk tên 10 saet in tên rawestandin. Polîs li Navçeya Golbaşi ya Enqereyê bêyî ku tu hincetan nîşan bidin bi saetan e malbatan radiwestînin. Endamên heyetê bi biryarin ku heta bi Wezareta Dadê û partiyên siyasî re hevdîtin bikin li ber xwe bidin.  Parêzer Gulşen Ozbek ku li gel malbatan ji Amedê hat Enqereyê diyar kir ku ji saet 8.00’an ve malbat hatine rawestandin. Ozbek anî ziman ku bi awayekî temsîlî koma ji 8 kesan pêk tên hatin hevdîtinan bikin. Heyeta ku ji 8 kesan pêk tê, piştî astengiya polisan derbas kirin û ketin nava bajar, derbasî Navenda Giştî ya bi Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bûn û li vir Bi Hevserokê Giştî ye HDPê Sezai Temellî re hevdîtin kirin. Berdevka Hiqûq û Mafên Mirovan û Parlamentera HDP'ê Ayşe Avar Bajaran û Hevserokê HDP'ê Sezaî Temellî heyet pêşwazî kir.    Heyete diyar kir ku ew naxwazin agahiyên bi êş bistinin û wiha gotin: "Zarokên me bedena xwe dane ber birçîbûnê. Bedena wan kêlî bi kêlî dihile. Dema ew her roj birçî bin û bedena wan bihile em nikarin xwarin bixwin. Her dim destê me li ser dilê me ye. Em ditirsin ku agahiyek nexweş ji girtîgehan bê."    'EM Ê PARASTINA JIYANÊ BERDEWAM BIKIN'    Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî jî piştî li dayikan guhdar kir diyar kir ku dayik mafdar in û fikarên wan parve dikin. Temellî, ani ziman ku ew dê heta dawî mafê jiyanê biparezin û ji bo parastina mafê jiyanê têbikoşin.