Girtî Siraç Yuksek li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anî 2019-04-02 17:53:27   ENQERE - Girtî Siraç Yuksek ê li Girtîgeha Tîpa T-2 a Osmaniye, bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bike dawî li jiyana xwe anî.    Girtiyê li Girtîgeha Tîpa T-2 a Osmaniye girtî Siraç Yuksek bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bike dawî li jiyana xwe anî. Yuksek ku ji 1'ê Adarê de li dijî tecrîdê ketiye grevê, piştî dawî tecrîd şermezar kir û dawî li jiyana xwe anî cenazeyê wî rakirin Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Edeneyê. Piştî cenaze anîn morgê birayê Yuksek Seyfettin Yuksek û rêveberên HDP, DBP, ÎHD û TUAYDER'ê bi hevre hatin Morga ATK'ê ya Edeneyê. Bira Yuksel piştî çû morgê birayê birayê xwe Yuksek teşhîs kir.    JI DOZA NISÊBÎNÊ DIHAT DARIZANDIN   Yuksek ji doza Nisêbînê dihat darizandin. Di qedexeya li Navçeya Nisêbînê de di 25'ê Gulana 2016'an de hatibû girtin. Li bendê ye ku Malbata Yuksek di saetên pêş de cenaze Yuksek wergirin û bibin bibin Navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê.