‘Hesreta gor û hestiyên wan di dilê min de maye’ 2017-11-11 13:46:27 AMED – Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 457’emîn de li aqûbeta windayan pirsîn. ÎHD'ê aqûbeta Şefîk Geçgel ê di 11’ê mijdara 1993’an de hat windakirin pirsî. Xizma windayan Îfet Mutaş jî diyar kir ku hesreta gor û hestiyên birayên wê di dilê wê de maye.  Wek her hefteyê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û Xizmên Windayan çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” di hefteya 457'emîn de li dar xist. Ji ber OHAL'ê destûra çalakiyê nayê dayîn ku li Parka Koşuyolu pêk bê û ji ber vê yekê çalakî li avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Amedê tê lidarxistin. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hildan û li erdê pankartên ji wêneyan pêk dihat û ya bi nivîsa “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li erdê hatin raxistin. Rêveber û endamên ÎHD’ê û xizmên windayan beşdarî çalakiyê bûn.    ‘NEDÎTINA KUJERÊ ELÇÎ ME XEMGÎN DIKE’    Di çalakiyê de ewil Adnan Orhan axivî û bibîr xist çalakiya wan di hefteya 457’emîn de ye. Orhan kuştina Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî yê li Sûrê hat qetilkirin bibîr xist û got: “Kuştina Elçî 100 hefte li pey xwe hişt. Qatil hatin veşartin û ser bûyerê hat girtin. Nêzîkatiya darazê ya li hember xizmên me yên windayî niha jî heman nêzîkatiya darazê li hember Birêz Elçî didome. Ser girtina qetilkirina Elçî me bi kûrahî xemgîn dike. Em daxwaz dikin ku kujerên Elçî û yên xizmên me yên windayî bên cezakirin. Ji bo kujer derbikevin holê em ê li qadan dengê xwe bilind bikin.”    ‘QÎR DIKIM Û DIBÊJIM ELÎ’   Piştî Orhan, xwişka Mehmet Tekdag ê di 1993’am de û Alî Tekdag ê di 13’ê mijdara 1994’an de hatin windakirin Îfet Mutaş Tekdag jî behsa çîroka windabûna birayên xwe kir. Mutaş Tekdag diyar ev bi salane ne hestiyên birayên xwe û ne jî kujerên wan derketin holê û wiha axivî: “Birayê min Alî li navçeya Sûrê dixin binçavan û bi dolmîşek spî dibin wî diavêjin çolek navbera Farqîn û Amedê. Li gorî me lêkolîn kir kabloyan bi ser ve dihelînin û wî qetil dikin. Lê me hêj agahî negirtiye. Her cara ku ez bi wê riya ber bi Farqînê ve diçim xemgîn dibim. Çendak berê ez bi aliyê Farqînê ve çûm û min serê xwe di şibakeya wesayîtê derxist qîra navê Elî kir. Her ku ez derbas dibin qîr dikim û dibêjim Elî. Ez dibêjim va xwişka te hat, serê xwe ji bin xweliyê derbixe.”   ‘HESRETA GOR Û HESTIYAN DI DILÊ MIN DE MAYE’    Mutaş Tekdag gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Wexta ku hestiyên birayên min bên dîtin, divê min bibin cem wan hestiyan. Ez ê wan hestiyan bidim ber dilê xwe û divê çapemeniya dinyayê min bikişîne. Hesreta gor û hestiyên wan di dilê min de maye. Min derdê cotê birayên xwe dîtiye. Îşkenceyek nema ku bi me nekirine.”    LI AQÛBETA GEÇGEL HAT PIRSÎN   Piştî Mutaş, Endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD’ê Parêzer Hasan Yalçin jî çîroka Şefîk Geçgel (39) ê di 11’ê mijdara 1993’an de li gundê Yilanli ya bi ser navçeya Siwêrêga Rihayê ve bi hevkariya cerdevanan û JÎTEM’ê hat revandin û pişt re agahî jê nehat girtin parve kir û li aqûbeta Geçgel pirsî.   Piştî daxuyaniyê 5 deqîeyan çalakiyê rûniştinê pêk hat.