‘Hilbijartina li bajarên ser sînor dewama Plana Têkbirinê ye’ 2019-04-02 10:23:11   ŞIRNEX – Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş diyar kir ku li hin navendên li ser xeta sînor AKP’ê bi desteka esker û polîsan bi ser ketiye û ev yek jî dewama Plana Têkbirinê ye.    Beriya hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê, AKP’ê bi hezaran polîs, esker û cerdevan anîn Şirnexê û qeyda wan dengan çêkir. AKP’ê heman rêbazê li navçeyên Qileban û Elkê yên Şirnexê jî pêk anî. Li gorî encamên nefermî liv an her sê navendan AKP bi ser ket. Di salên bihûrî de li van navendan qedexeya derketinên derve hat îlankirin. Li navenda Şirnexê ji ber qedexeya derketina derve û hilweşandina bajêr bi ehzaran welatî koç kiribûn. Vê yekê jî bandor li ser encamên hilbijartinê kir.    Bi hezaran esker û polîs bi maşîneyên zirxî çûn dibistanan û deng dan. Tenê ne li van navendên Şirnexê, her wiha li navçeyên Şemzînan û Çelê jî AKP bi ser ket.    OZGUNEŞ: DEWAMA PLANA TÊKBIRINÊ YE    Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş encamên hilbijartina li van navendan nirxand û got: “Beriya hilbijartinê me gellek caran vê bêusuliyê anî ziman û kir rojev. AKP bi taybetî li bajarên ser xeta sînor ên wek Colemêrg, Şirnex û Riha û navçeyên girêdayî wan xebatek stratejîk birêve bir. Hilbijêrên bêusul birin van navend û navçeyan. Roja hilbijartinê li Şirnexê dîmenên dagirkirinê derketin holê. Her dever hatibû dagirkirin. Bi dehan maşîneyên zirxî û hezaran esker û polîs bajêr hatibû dorpêçkirin. Polîsan wek ku welatek dagir dikirin hatibûn ser sindoqan. Bi cilên xwe yên eskerî deng bikar anîn. Me bi dehan caran ji lîjneya hilbijartinê re got lê qet mudaxele nekirin. Em li Şirnexê bi dewletê re ketibûn pêşbaziyê. Li van navendan encamên derketin holê berdewama Plana Têkbirinê ya AKP’ê ku di 2014’an de xistibû dewrê ye.”