Aksunger: Divê êdî em bi zimanê aştî û jiyan bi hev re biaxivin 2019-04-02 09:19:43 ENQERE – Endamê Meclîsa Partiyê ya CHP'ê Erdal Aksunger, diyar kir ku stratejiya HDP'ê li rojavayê welat tesîreke baş kiriye û hilbijêrên kurd xwedî roleke diyarker bûne û divê êdî zimanê aştî û jiyana bi hev re derkeve holê.  Endamê Meclîsa Partiyê ya CHP'ê Erdal Aksunger, encamên hilbijartina 31'ê Adarê nirxandin.    Aksunger, destnîşan kir ku gotinên Serokê Giştî yê AKP'ê Erdogan ku di kampanyaya hilbijartinê de bi kar dianî û her kesî wekî "terorîst" îlan dikir û bi cihêkariyî tev digeriya, bi kêr nehatiye û li hemberî vî zimanî hilbijêran jî peyama kî dibe bila bibe "jiyana bi hev re girîng e" daye. Aksunger, anî ziman ku wê vê helwesta hilbijêran di hilbijartinên giştî de jî tesîrdar be.    Aksunger got: "Stenbol, bajarekî pir mezin e. Paytexta aboriyê ye. Ji bo pêvajoya pêş, rêveberiya demokrat û civakiyî pir girîng e. Wê ev yek tesîreke baş li siyaseta giştî jî bike. Ev rewş ji bo Enqereyê jî derbasdar e. Her wiha Edene, Mêrsîn, Antalya, Bolû, Erdexan, Artvîn... Wê ev tesîr zêde bibe."    BANDORA HILBIJÊRÊN KURD    Aksunger, bal kişand ser stratejiya HDP'ê ya ji bo hilbijartina herêmî jî ûg ot: "Li rojavayê weltê rola hilbijêrên kurd, roleke diyarker bû. Hilbijêrên kurd tam destek dan CHP'ê. Divê mirov ji hêla namzetan li vê rewşê nenêre. Wekî tevgereke bîrdozî hilbijêrên kurd tercîheke siyasî kirin. A rast ev bertekeke li hemberî polîtîkayên AKP'ê bû. Zimanê Recep Tayyîp Erdogan, polîtîkayên wî yên terorîst, beka, cihêkarî bûn sedema vê yekê. Hilbijêrên kurd, ji bo rêyeke hîn demokratîk tercîheke siyasî kirin. Bandora vê tercîhê, bandoreke pir mezin e."    ZIMANEKÎ HEVPAR   Herî dawî Aksunger, got: "Civak nîşan da ku ew aştiyê, aramiyê dixwaze. Civakê dît ku polîtîkayên heyî Tirkiyeyê ber devereke şaş dibe. Polîtîkayên îktîdarê têk çûn. Aşkere ye divê êdî zimanê aştiyê û jiyana bi hev re derkeve holê. Çimkî civakê destûra hin tiştan neda."    MA / Diren Yurtsever