Tekînê di greva birçîbûnê de: Heta daxwaza me bê qebûlkirin wê çalakiya me dewam bike 2019-04-02 09:18:53 EDENE – Agît Tekîn ku li Girtîgeha Tarsûsê ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye, ragihand ku îdareya girtîgehê ji bo girtî çalakiya xwe bi dawî bikin bi ser wan de tê û got: "Dixwazin em dev ji çalakiya xwe berdin. Lê belê heta daxwaza me neyê qebûlkirin wê çalakiya me dewam bike."  Çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest pê kir didome. Li Girtîgeha Jimare 2'yan a Tîpa T a Tarsûsê yek ji girtiyên di greva birçîbûnê de jî Agît Tekînê 22 salî ye. Tekîn, ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye.    Tekîn, di 1'ê Nîsanê de hevdîtin bi diya xwe Bahriye Tekîn re çêkir. Dayik Tekîn got: "5 meh berê ez û hevjînê xwe çûn girtîgehê. Lê bi awayekî kêfî nehiştin hevjînê min têkeve hundur. 6 meh cezayê hevdîtin li hevjînê min birîn. Min nifir li gardiyan kiribûn. Ji ber vê jî 2 meh cezayê hevdîtinê li min birîn. Di 1'ê Nîsanê de hevdîtin vekirî hebû. Tenê me 20 deqîqeyan hevdu dît. Ji bo 20 deqîqeyê ji Amedê çûm Tarsûsê. Em bi pêkanînên kêfî re rû bi rû dimînin. Bila ev kêfiyet bi dawî bibe."    ‘DEV JI ÇALAKIYÊ BERDIN'    Tekîn, bilêv kir ku di hevdîtinê de kurê wê gotiye: "Li qawîşa C-9 em 12 kes ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ne. Vîtamîn û tiştên avî nadin me. Em fêkiyan dikirin û ava wan derdixin. Gardiyan ji me re dibêjin 'Hûn doza çi dikin? Hûn beleheq di greva birçîbûnê de ne. Ma xema kê ye. Wê daxwaza we neyê qebûlkirin. Beleheq zirarê nedin xwe. Dev jê berdin. Hûn ji bo çi di greva birçîbûnê de ne?' Dixwazin em dev ji çalakiya xwe berdin. Lê belê heta daxwaza me neyê qebûlkirin wê çalakiya me dewam bike."    ‘BILA KEZEBA KESÎ NEŞEWITE'    Tekîn, anî ziman ku kurê wê û girtî pir zihîf bûne, nikarin li ser piya bisekin û got: "Divê rojek berî rojekê daxwaza wan bê qebûlkirin. Em naxwazin li girtîgehan kes bimire. Bila kezeba kesî neşewite. Her em wan dibînin û tên bîra me kezeba me dişewite. Bila hikûmet rojek berî rojekê bê qebûlkirin. Divê rojek berî rojekê tecrîd bi dawî bibe. Tecrîd sûc e. Em qebûl nakin, em ê tu carî qebûl nekin."    MA / Hamdullah Kesen