Nivîskar Aydin: HDP bû sedem ku rojavayê welêt bêhnê bistîne 2019-04-02 09:18:19 STENBOL – Nivîskar-dîrokzan Erdogan Aydin, diyar kir ku polîtîkaya HDP'ê ya li rojavayê welat bû sedema ku bajarên rojavayê welat bêhnê bistînin û got: "Eger îktîdar peyama hilbijartinê negire, wê encam bibe felaket."  Nivîskar-dîrokzan Erdogan Aydin, stratejiya HDP'ê ya ji bo hilbijartina herêmî ya 31'ê Adarê nirxandin û destnîşan kir ku ev stratejî bû sedem ku bajarên rojavayê Tirkiyeyê nefesê bistînin.    'EGER ÎKTÎDAR PEYAMÊ NEGIRE WÊ ENCAN BIBE FELAKET'   Aydin, destnîşan kir ku encamên vê hilbijartinê bi awayekî aşkere nîşandan ku derfeta çareserkirina pirsgirêkan ji destê îktîdarêd erketiye û di vê hilbijartinê de têkşikiyaye.    Aydin, bal kişand ser hilbijartina Enqere û Stenbolê û got: "Encama vê hilbijartinê diyar dike ku divê îktîdar ji niha û pê ve dev ji polîtîkayên xwe yên rageşiyî berde û berê xwe bide standardên demokrasiyê û pêkanîna daxwazên mafdariyî. Eger bi vî awayî tev negere û peyama vê hilbijartinê esas negire, wê Tirkiye bi tevahî bedêla vê yekê bide. Çimkî eger îktîdarek hedefên xwe yên hilbijartinê pêk neyne, demokrasiyê esas negire şansekî wê yê rewşa aborî baş bike tune ye û wê nikaribe li platformên navnetewî gotina xwe bide guhdarîkirin. Hêvîdar im îktîdar peyama vê hilbijartinê esas bigire û ber bi demokrasiyê ve biçe. Eger peyama hilbijartinê esas negire û wek berê bêje 'min kir û bû' û meseleya yekzilamiyê bidomîne wê di warê aborî û siyaseta derve de Tirkiyeye be rbi felaketeke mezin ve biçe."    ROLA HDP'Ê    Aydin, polîtîkaya HDP'ê ya ji bo rojavayê Tirkiyeyê jî nirxand û got: "HDP, wekî hilbijartina 2015'an di vê hilbijartinê de jî siyaseta Tirkiyeyê dîzayn kir û helwesta xwe nîşanî kesên wê nahesibînin da." Aydin, destnîşan kir ku HDP bi stratejiya xwe li Stenbol, Enqere, Edene, Mêrsîn û Antalyayê şaredarî ji dest îktîdarê derxistine û bûye sedem ku têkevin destê muxalefetê û got: "HDP, roleke pir krîtîk lîst."    ‘HDP, BÛ SEDEM KU BAJAR BÊHNÊ BISTÎNIN'    Aydin, bal kişand ser polîtîkaya qeyûman a îktîdarê jî û got: "AKP, wekî polîtîkaya dagirkeriyê li Amed, Wan, Mûş, Sêrt û Mêrdînê qeyûm tayîn kirin. Lê êdî wê nikaribe vê siyaseta xwe bidomîne. Gelê kurd û hêzên demokrasiyê nîşan dan wê çi dibe bila bibe wê dev ji daxwazên xwe yên ji bo demokrasiyê bernedin."    Nivîskar Aydin destnîşan kir ku HDP ji bo siyaseta Tirkiyeyê bûye cihê hêviyê û polîtîkaya wê ya ji bo bajarên rojavayê welat, bûye sedem ku rojavayê Tirkiyeyê bêhnê bistînin. Aydin, bilêv kir ku ji ber vê divê her kes ji ber vê stratejî û siyasetê malavayiya HDP'ê bike.    ‘DIVÊ CHP BIGUHERE'   Aydin, anî ziman ku divê xwedî li HDP'ê bê derketin û got: "HDP, li tevahiya bajarên mezin deng da CHP'ê. Lê mixabin li cihekî wek Qersm CHP destek nedaye HDP'ê. Lê belê ji bo CHP bê vê astê û veguhere divê pir hewl bide. Li gor min divê HDP jî vê hewldana xwe ya erênî û demokratîk bi sebr bidomîne."      MA / Naci Kaya