Onûr a CHP'î: Stratejiya HDP'ê gihaşt armanca xwe 2019-04-02 09:17:31 STENBOL – Parlementera CHP'ê ya berê Melda Onûr, diyar kir ku stratejiya HDP'ê gihaştiye armanca xwe û got: "Wê şaredarîvaniya demokrat ji niha û pê ve têkeve ezmûneke girîng. Ev 4 sal pir muhîm e. Divê bi awayekî pir baş xwe bigihîne 2023'yan. Ev partî bi şaredariyan hat û înşelleh wê bi şaredariyan jî biçe."  Parlementera CHP'ê ya berê Melda Onûr, encama stratejiya HDP'ê ya ji bo hilbijartina herêmî ya 31'ê Adarê nirxand.    'HILBIJÊRÊN HDP'Ê PIR SERWEXT E'   Onûr, ji bo stratejiyên hilbijartinê got: "Di warê îtifaqa gel de, îtifaqeke di cî de bû. Helbet bi desteke partiyên din jî ev pêvajo pir rast bi rê ve çû. Nexasim jî li rojavayê welat desteka HDP'ê ya ji bo hêzên demokrasiyê pir girîng bû. Ev stratejî bi awayekî berbiçav gihşat armanca xwe û hilbijêrên HDP'ê jî pir serwext in. Ji bo her bajarî stratejiyên cuda hene. Ev hilbijartin jî bi vî awayî pêk hat. Çimkî xwezayî û şefaf bû. Dizî, hîle û xurde pir nehêsan bû. Di vê hilbijartinê de jî ên diyarker hilbijêrên HDP'ê bûn."   Onûr, destnîşan kir ku li bajarên kurdan jî gel xwedî li şaredariyên qeyûm tayînî wan hatin kirin derketiye û careke din şaredarî bi dest xistiye û got: "Amed, Wan, Mêrdîn pir girîng bûn. Yek ji bajarên pir hat nîqaşkirin jî Şernex bû. Jixwe ji zûvde dihat gotin raçînga Şernexê hatiye guherandin. Divê hemû bajêr li gor xweseriya xwe bên nirxandin. Wê şaredarîvaniya demokrat ji niha û pê ve têkeve ezmûneke girîng. Ev 4 sal pir muhîm e. Divê bi awayekî pir baş xwe bigihîne 2023'yan. Ev partî bi şaredariyan hat û înşelleh wê bi şaredariyan jî biçe."    ‘PIRSGIRÊKA BEKAYÊ DI SINDOQAN DE XWE NEDA DER'    Onûr, anî ziman ku pirsgirêka bekayê ku serkomar tim bilêv dike di sindoqan de xwe nedaye der û got: "Nikaribûn rave bikin ka beka çî ye, pirsgirêka bekayê çî ye. Her wiha qubedîtiya Erdogan a ji bo partiya xwe jî di vê hilbijartinê de derket holê. Çimkî di demên dawî de tenê xîtabî derdora xwe dikir. Wexat got 'dewr ne dewra dersdayînê ye jî' me dît. Bandora krîza aborî jî hebû. Gefa li hemberî kurd, çepgir û sosyalîstan jî wek wan derneket. Her kesî terorîze kir, lê ew jî li gor wan derneket. Mirov netirsiyan û gotin çi dibe bila bibe em ê biçins er sindoqan. Encama wê jî dîtin."    ‘EZMÛNEKE ZOR LI BENDA WAN E'    Onûr, bilêv kir ku di rêveberiyên heyî de ezmûneke zor li benda şaredarên nû ye û got: "Krîza aborî tê. Ji duh êvarî ve ji bo valakirina qaseyan rêyek ji xwe re dîtine. Jixwe serokomar got, ew zehmetiyê bide. Yanî wekî bêje 'bi ser bikevin jî ez çawa bixwazim ez ê wisa bikim.' Lê li hemberî evana vîneke cidî heye."    MA / Necla Demir