Dayikên girtiyên di greva birçîbûnê de: Em dengê xwe bilind bikin 2019-04-02 09:15:51 WAN - Li Wanê malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de gotin: "Zarokên me li ber xwe didin, em dengê xwe bilind bikin."  Li girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan didome. Li Wanê malbata girtî Rojhat Aydin, Nazmîr Aydin, Botan Tîmûr, Necdet Abî, Delîl Onvercan û Kadîr Kiyag xwestin daxwaza zarokên wan rojek berî rojekê bên qebûlkirin.    Halîme Aydin, dayika Rojhat Aydin ku li Girtîgeha Tokatê meheke di greva birçîbûnê de ye got: "Ji bo zarokên me yên di greva birçîbûnê de dilê me dişewite. Em naxwazin zarokên me bimirin. Dilê me dişewite. Wexta em li ser sifreyê rûdinên nan di qirika me de naçe. Em ji xwe dipirsin û dibên 'ma wexta ew birçîbin em ê çawa xwarinê bixwin?' Wexta em serê xwe datînin ser balgiyê, zarokên me tên ber çavê me. Em dixwazin tecrîd bi dawî bibe û rojek berî rojekê daxwaza çalakgeran bê qebûlkirin."    DAXWAZA DAYIKAN    Zelîha Aydin, dayika Nazmî Aydinê ku li Girtîgeha Tîpa F a Wanê di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku daxwaza zarokên wan daxwaza wan e û got: "Her roj guhê me li grevên birçîbûnê ye. Bila tecrîd bi dawî bibe da grevên birçîbûnê jî bi dawî bibe. Em perîşan bûne, roj li me bûne zindan. Daxwaza me dayikan tenê bidawîbûna tecrîdê ye."    ‘WÊ ÇALAKIYA ME HETA DAWIYÊ DEWAM BIKE'    Aslihan Tîmûr, dayika Botan Tîmûr ku li Girtîgeha Tîpa F a Wanê ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku hefteyeke berê wê kurê xwe dîtiye û kurê wê gotiye: "Hûn jî piştgiriyê bidin çalakiya me. Wê çalakiya me heta dawiyê dewam bike." Dayik Tîmûr got: "Divê em dayik jî êdî li malê rûnenên. Bila malbat û parêzer Abdullah Ocalan bibînin. Bila tecrîd û çalakiyên greva birçîbûnê bi dawî bibe."    ‘TECRÎDÊ RAKIN'    Meryem Abî, dayika Necdet Abî ku li Girtîgeha Tîpa F a Wanê di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku hefteyeke kurê xwe dîtiye û got: "8 kîlo zihîf bûye. Got, 'heta parêzer û malbat hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re çênekin wê çalakiya me dewam bike.'" Dayik Abî got: "Em jî dixwazin tecrîd bi dawî bibe. Ji bo zarokên me bijîn, divê ev zilm bi dawî bibe."    ‘BILA ZAROKÊN ME NEMIRIN'    Gulhezar Onvercan, dayika Delîl Onvercan ku li Girtîgeha Tekirdagê ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye, got: "Êdî em naxwazin zarokên me bimirin. Em dixwazin aştî bê. Êdî bila dayik negirîn. 2 zarokên min jiyana xwe ji dest dane û 2 jê jî di girtîgehê de ne. Ez bang li cîhanê, li dayikan dikim. Dest bidin destê hev du. Em ji xeynî aştiyê tiştekî naxwazin. Em li cem zarokên xwe ne. Em ê şopdarê doza wan bin."    ‘ŞERM E'    Medîne Kiyag, dayika Kadîr Kiyag ku li Girtîgeha Tîpa L a Panosê di greva birçîbûnê de ye, got: "Em hemû li ber xwe didin. Em ê dev ji vê berxwedanê bernedin. Em dixwazin tecrîd bi dawî bibe. Bav û kalên me li ber xwe dan, em ê jî li ber xwe bidin. Ya tê kirin neheqî ye, dizî ye, bêhiqûqî ye. Ev bêdengî şerm e. Divê em dengê xwe bilind bikin."