Operasyona Bestayê hefteyeke dewam dike 2017-11-11 11:43:21 ŞIRNEX – Bi beşdariya leşker û cerdevanan li herêma Bestayê ya Şirnexê operasyona leşkerî hat destpêkirin û hefteyeke operasyon dewam dike. Di 4'ê Mijdarê de li herêma Bestaya Şirnexê operasyona leşkerî hat destpêkirin û dewam dike. Di operasyonê de cerdevan jî piştgiriyê didin leşkeran û bi helîkopteran bê navber leşkeran sewqî herêmê dikin. Di operasyonê de tangên bi paletî û maşîneyên zirxî jî cih digirin, li herêmê dem bi dem şer diqewime.   Her wiha helîkopterên ji 23'yemîn Fermandariya Tumena Sînor a Cendirmeyan radibin û Balafirên Bê Mirov (SÎHA) jî herêmê bombe dikin.   Berî çend rojan li herêmê şer derketibû û di şer de 2 çawûşên pispor birîndar bûbûn, lê heta niha der barê operasyonê de agahiyên zêde nehatine belavkirin.