Li Şakranê girtiyeke jin li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anî 2019-04-01 20:20:59   ÎZMÎR - Li Girtîgeha Şakranê, girtiya bi navê Yonca Akici, ji bo protestokirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anî. Hat diyarkirin ku Akici di 29'ê Adarê hewl daye dawî li jiyana xwe bîne û bi awayekî birîndarî rakirine nexweşxaneyê, lê belê îro li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye.    Li Girtîgeha Jina ya Şakranê, Yonca Akici ku 4 sal in girtîbû di 29'ê Adarê de hewl da ji bo prostetsokirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe bîne. Akici ku ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de bû bi giranî brîndar bû û ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çîgliyê. Akici, îro danê nîvro li nexweşxaneuç jiyana xwe ji dest da.    ‘WÊ CENAZE LI AGIRIYÊ BÊ VEŞARTIN'    Rayedarên nexweşxaneyê li malbatê geriyan û ragihandin ku Akici jiyana xwe ji dest daye. Xizmên Akici yên li Stenbol û Îzmîrê li nexweşxaneyê ne. Ap Sabahattşn Akici, diyar kir ku ew li dozgerê girtîgehê geriyaye û dozger jê re gotiye Akici piştî bi telefonê li bavê xwe Giyasettîn Akici yê di Girtîgeha Panosê de geriyaye, li tuwaletê xwe daliqandiye.    Wê cenaze piştî karên otopsiyê bibin Agiriyê.