HDP, wê ji bo Tetwanê îtiraz bike 2019-04-01 18:40:08   BEDLÎS - Namzetê HDP'ê yê Hevşaredariya Tetwanê Habîp Yeşîltepe diyar kir ku di navbera girtekên wan û desteya hilbijartinê de ferqek mezin heye û got: “Em encamên vê hilbijartinê qebûl nakin.”   Li navçeya Tetwan a Bedlîsê li gorî encamên nediyar HDP’ê 15 hezar û 330 deng girtine, AKP’ê jî 15 hezar û 605 deng giritine. Li navçeya ku 36 hezar û 493 hilbijêr dengê xwe dayî 2 hezar û 276 deng hatin betal kirin. HDP ku bi 275 dengan hilbijartin winda kir wê ji bo dengên hatine betal kirin îtiraz bike. Namzetê HDP'ê yê Hevşaredariya Tetwanê Habîp Yeşîltepe got: “Hilbijartina şaredariyê ku bi wijdan û ehlaqî me qezenc kirî dixwazin li ser maseyê ji me bistînin.”   Yeşîltepe got, li navçeya ku 36 hezar hilbijêr deng dayî betalkirina 2 hezar û 276 dengan dûrî aqila ye û got: “Di şertên newekhev de em çûn hilbijartinê ku duh hê encam diyar nebûbûn partiya hevrik got ‘hilbijartin me qezenc kir’. Ev nîşan da ku di van hilbijartinan de hîle hene. Ev gotina bêheq bi biryara dadgehê û îtiraza me ya li desteya hilbijartinê wê diyar bibe. Li navçeya ku 36 hezar deng hatî dayîn betalkirina 2 hezar û 300 dengan dûr aqila ye."    Yeşîltepe diyar kir ku di navbera girtekên wan û YSK’ê de ferqek mezin heye û got: “Ev ne dengek an du deng in, li hinek sîndoqan nêzî 30 heb li hev nagrin. Kaxeza hilbijêr û zerf ji hev nagrin. Em dizanin ku dengê hatine betalkirin ji bo windakirina me ye. Em ê tu carî encamên vê hilbijartinê qebûl nekin. Em ê îtiraz bikin.”   Yeşîltepe herî dawî got: “Em dixwazin ku gelê me vê pêvajoyê bi baldarî bişopîne. Gotinên têkildarî vê şaredariyê hemû derew in. Ji ber ku nêzî 40 sindoq ji hev nagrin. Em ê vana ragihînin desteya hilbijartinê û em ê bişopînin.”