Buldan, Guven û wekîlên din ziyaret kir 2019-04-01 16:55:10   AMED – Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a 145 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye û wekîlên xwe yên di greva birçîbûnê de ziyaret kir.    Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a 145 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye ziyaret kir. Hevşaredarên Amedê Selçuk Mizrakli û Hulya Alokmen Uyanik û rêveberên HDP’ê jî li gel Buldan di ziyaretê de cih girtin. Buldan piştî der barê rewşa tenduristiya Guven de agahî ji keça wê Sabîha Temîzkan wergirt. Pişt re Buldan û yên pê re ji mala Guven veqetiyan.    Buldan û yên pê re pişt re derbasî avahiya rêxistina HDP’ê ya Amedê bûn û Parlamenterên HDP’ê Dersim Dag, Tayyîp Temel û Murat Sarisaç ên di greva birçîbûnê de ne jî ziyaret kir û li rewşa wan pirsî.