HDP’ê li Mûşê îtîrazî encama hilbijartinê kir 2019-04-01 15:34:06 MÛŞ – Li Mûşê bi piraniya wan ku dengên HDP’ê ne 2 hezar û 500 deng hatin betalkirin. HDP ji bo ev deng ji nû ve bên jimartin îtîraz kir.  HDP’ê li Mûşê têkildarî encamên hilbijartinê ku bi piraniya dengên wan bi qasî 2 hezar û 500 deng hatine betalkirin daxuyaniya çapemeniyê da. Parlamenterên HDP’ê Gulîstan Kiliç Koçyigît, Mensûr Işik, Namzzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Mûşê Sirri Sakik û Sîbel Genç beşdarî daxuyaniyê bûn. Sakik axivî û got li gorî daneyên di destên wan de encamên hilbijartinê yên li gorî Ajansa Anadolyê hatine eşkerekirin ne rast in.    ‘HÎLE HENE BILA JIMARTIN DÎSA PÊK WERE’    Sakik da zanîn ku li gorî lêkolîna wan di 103 sindoqan de xetayan tespît kirine, 2 hezar û 500 deng hatine betalkirin û ji bo dîsa jimartin bê kirin dê daxwaz bikin. Sakik got dema AKP îtîrazî encaman dike YSK qebûl bike. Sakik bang li xelkêk ir ku xwedî li îradeya xwe derkevin.   Piştî daxuyaniyê heyeta HDP’ê çû Lîjneya Hilbijartinê ya Bajêr û îtîrazî encamên hilbijartinê kir.