Ahmet Turk: Siyaset û feraseta ku kurdan tune dihesibîne bi ser neket 2019-04-01 13:59:06 MÊRDÎN – Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk ji bo encamê hilbijartinê got: “Mirovan rawestandina îhtarê kir. Gel bersiv da polîtîkaya qeyûman. Li rojavayê Tirkiyeyê jî derket holê ku siyaseta kurdan tune dihesibîne serkeftî nebû.”  Hevşaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk ji ajansa me re axivî û encamên hilbijartinê nirxand. Turk tevgera li derdora şaredariya Mêrdînê nirxand û got: “Niha têketin û derketina şaredariyê qedexe ye. Karkirina makîneyan jî qedexe kirine. Bêguman em dizanin niha li wir çi diqewime. Ev xêr nîne. Dixwazin tiştekî veşêrin. Dixwazin tiştekî biguherînin.”    ‘ME DU NAVÇEYÊN XWE WINDA KIR’    Turk destnîşan kir ku hilbijartin di bin zextan de pêk hat û wiha dewam kir: “Mudaxele hatin kirin. Hiqûq hat binpêkirin. Hilbijartinek demokratîk pêk nehat. Helbet belkî me li çolteran ji ber zextên zêde me encama dixwest bi dest nexist. Mixabin li çend navçeyên me belkî ji ber kêmasiyên me pêk anî du navçeyan winda kir.”    ‘ME BERSIV DA’    Turk da zanîn ku encamên hilbijartinê ya li herêmê bersivdayîna polîtîkayên qeyûman e û wiha got: “Me ji îro pê ve bersiv da. Divê hikumet vê îpoteka daniye ser îradeya gel baş bibîne. Divê siyaset û dinya vê îpotekê bibîne. Li aliyekî behsa îradeya gel tê kirin û li aliyekî ipotekê datînin ser vîna gel.”    ‘GEL GOT RAWESTINÎNIN’    Turk anî ziman ku îktîdarê li gel ku hemû derfetên dewletê bikar anî jî encama dixwest bi dest nexist û got: “Gel bersiv da polîtîkayên we. Ji polîtîkayên îktîdarê yên şaş re banga rawetandina îhtarê kir. Divê ji vê yekê ders derxin. Heta li Tirkiyeyê demokrasî, edalet, hiqûq, nasname û çand neyên azadkirin şansê ku demokrasî were Tirkiyeyê nîne. Li gorî min dem dema divê em hemû ji bo siberojê ji bo projeyên nû li pêş bixine ye. Bi muxalefet û îktîdarê re ev yêk pêk were. Divê em xwe ji bo vê amade bikin û heke em bi rastî jî Tirkiyeyek demokratîk dixwazin divê em jê nerevin û bikevin tevgerê.”    ‘FERASETA KURDAN TUNE DIHESIBÎNE BI SER NEKET’    Turk diyar kir ku bi qasî encamên hilbijartina li herêmê encamên hilbijartina li Stenbol û Enqereyê jî girîng in û got: “Me têkoşîna demokrasiyê da. Em ji bo siberojek demokratîk û azadiyan têdikoşin. Helbe wê ev têkoşîna me ya demokratîk berdewam bike. Lê em dibînin li Tirkiyeyê guhertinek û veguhertinek êdî hatiye rojevê. Îktîdarê li bajarên wek Stenbol, Enqere, Edene, Mêrsîn, Hatay û Antalya winda kir û ev pêşketine girîng e. Em ji van encaman jî dibînin ku feraseta û siyaseta ku kurdan tune dihesibîne bi ser neketiye. Ev yek li Tirkiyeyê eşkere derket holê.”    MA / Ahmet Kanbal