HDP wê li Tetwanê ji bo 2 hezar û 276 dengan îtîraz bike 2019-04-01 13:58:29   BEDLÎS - Rêxistina HDP'ê wê ji bo encama Navçeya Tetwanê û 2 hezar û 276 dengên ku nehatin qebûlkirin îtîraz bike û serî li Lijneya Hilbijartinê ya Tetwanê bidin.    Li navçeya Tetwanê ya Bedlisê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartina Rêveberiya Herêmî de 15 hezar û 330 deng stend. AKP'ê jî 15 hezar û 605 deng stend. Li navçeya Tetwanê 36 hezar û 493 welatî çûn ser sindoqan. Le dengê 2 hezar û 276 welatiyan nehat qebûlkirin. HDP'ê bi 275 dengan hilbijartin winda kir. HDP'ê diyar kir ku wê dengên ku nehatine qebûlkirin îtîraz bike û serî li YSK'e bidin.