Hilbijêrên AKP'ê yên Qilebanê di rêya vegerê de ne 2019-04-01 13:31:32 ŞIRNEX – Li navçeya Qilebanê, bi qasî hilbijêran esker û polîs jî çûn ser sindoqan û rayên xwe avêtin sindoqan. Esker û polîsên ku bi karwanek mezin çûn Qilebanê û rayên xwe avêtin, îro dîsa bi karwanek mezin ji Şirnexê vegeriyan. Di saetên Serê sibê de 100 maşineyên zirxî ku esker bar kiribûn piştî hilbijartinê vegeriyan.    Li navçeya Qilebanê ya Şirnexê esker û polîsên ku duh bi karwanek mezin çûn ser sindoqan û raya xwe avêtin sindoqan îro dîsa bi karwana maşîneyên zirxî vegeriyan. AKP'ê bi sedan esker û polîs li navçeya Qilebanê wekî hilbijêr qeyd kiribûn. Polîs û eskerên ku bi komî çûn ser sindoqan û dengê xwe avêtin, pişî hilbijartinê bi zêdeyî 100 maşîneyên zirxî yên kîrpî vegeriyan. Eskerên di bin tedbîrên mezin de ji Qilebavê vegeriyan li ser rêya Hezex û Cizirê ber bi Balafirgeha Şerafettin Elçî ve bi rê ketin.