Li Anatoliya Navîn 279 girtî di greva birçîbûnê de ne 2019-04-01 13:15:19   ENQERE - Komîsyona  Girtîgehan a Enqere ya OHD'ê rapora herema girtîgehên herêmê Aşkere kir. Komîsyonê, diyar kir ku li Girtîgehên Anatoliya Navîn 279 girtî di greva birçîbûnê de ne.    Komîsyona Girtîgehan a Enqereyê ya Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD), li ser çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li girtîgehan hemûyan belav bûne raporek amade kir. OHD'ê di raporê de li ser berxwedana li Herêma Anatoliya Navîn agahiyên bi vî rengî hatin dayin:   "Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê ya Enqereyê: Ji 26'ê Kanûna 2018'an ve 3 girtî, ji 1'ê Adara 2019'an ve 24 girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne.   Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Kirikkaleyê: Ji 26'ê Kanûna 2018'an ve 6 girtî, ji 1'ê Adara 2019'an ve jî 40 girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne.   Girtîgeha Tîpa T Hejmara 2 a Bunyan a Kayseriyê: Ji 5'ê Çileya 2019'an ve 4 girtî, ji 1'ê Adara 2019'an ve 60 girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne.   Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bunyan a Kayseriyê: Ji 5'ê Çileya 2019'an ve 3 girtî, ji 25'ê Çileya 2019'an ve 3 girtî, ji 1'ê Adara 2019'an ve 22 girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne.   Girtîgeha Girtî Tîpa T a Karabukê: Ji 5'ê Çileya 2019'an ve 3 girtî, ji 1'ê Adara 2019'an ve 30 girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne.   Girtîgeha Tîpa T a Tokatê: Ji 5'ê Çileya 2019'an ve 4 girtî, ji 25'ê Sibata 2019'an ve 3 girtî, ji 13'ê Adara 2019'an ve 2 girtî, ji 22'ê Adara 2019'an ve 3 girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne.   Girtîgeha Tîpa M a Baybûrtê: Ji 5'ê Çileya 2019'an ve 3 girtî, ji 20'ê Çileya 2019'an ve 3 girtî, ji 15'ê Sibata 2019'an ve 3 girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne.   Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê: Ji 20'ê Çileya 2019'an ve 3 girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne.   Girtîgeha Girtî Tîpa E ya Çankiri: Ji 25'ê Çileya 2019'an ve 2 girtî, ji 10'ê Adara 2019'an ve 2 girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne.   Girtîgeha Tîpa T a Dînar: Ji 1'ê Adara 2019'an ve 4 girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne.   Girtîgeha Girtî Tîpa T a Bafra: Ji 8'ê Çileya 2019'an ve 6 girtî, ji 1'ê Adara 2019'an ve 43 girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne.   Girtîgeha Girtî Tîpa M a Vezîrkopru: Ji 25'ê Çileya 2019'an ve girtiyek, ji 1'ê Adara 2019'an ve 2 girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne.   Girtîgeha Girtî Tîpa E ya Amasyayê: Ji 1'ê Adara 2019'an ve 3 girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne.   Girtîgeha Girtî Tîpa E ya Yozgatê: Ji 1'ê Adara 2019'an ve 4 girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne.   Girtîgeha Girtî Tîpa L a Çorûm: Ji 22'ê Sibata 2019'an ve 2 girtî di greva birçîbûnê de ne."