Li Îdirê sindoq tev vebûn: HDP ji sedî 50 bi ser ket 2019-04-01 09:34:25   ÎDÎR – Li Îdirê ku AKP- MHP û İYİ Partî bûn îtîfaq ji sedî 100 sindoq hatin vekirin. Li gorî sindoqên hatin vekirin HDP'ê ji sedî 50.09 deng stend û bû partiya yekemîn.    Li Îdirê AKP – MHP û İYİ Partî li hemberî HDP'ê bûn yek. Li Îdirê sindoq ji sedî sed vebûn. Li gorî vê yêkê ji 170 sindoqan tev vebûn û ji 56 hezar û 116 hilbijêran,  46 hezar û 43 hilbijêran deng avêt sindoqan. 44  hezar û 373 hatin erêkirin. Li gorî vê encamê HDP  22  hezar û 228 deng bi dest xist û ji sedî 50.09  bi ser ket. Îtîfaqa AKP-MHP û İYİ Partî jî bi 20 hezar û 716 dengan ji sedî 46.68 stend. Li navçeya Aralikê AKP, Karakoyunlu MHP û li navçeya Tuzluca jî Partiya Saadet qezenç kir.