Ji ciwanên HDP’î dixwazin bibin sîxur 2019-04-01 09:04:22 EDENE - Kesên ku xwe wekî endamên îstîxbaratê didin naskirin, ji ciwanên HDP'î dixwazin ku bibin sîxûr. Endamên îstîxbaratê bi gefên "Hûn nebin alîkar û agahiyan nedin em dê zerarê bidin malbatên we." Endama Meclîsa Ciwanên HDP'ê Mihriban Kiliç, diyar kir ku ew serî li hemberî van gefan natewînin.   Li Edenemyê kesên ku xwe wekî endamên îstîxbaratê didin naskirin gefan li endamên Meclîsa Ciwanên HDP'ê dixwin û dixwazin bibin sîxûr. Endamên Meclîsa Ciwanên HDP'ê diyar kirin ku kesên xwe wekî "Îstîxbaratvan" didin naskirin ji wan dixwazin ku tev li civînan bibin û bi wêne û dîmenan agahiyan bi wan re parve bikin. Endama Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ya Edeneyê Mihriban Kiliç diyar kir ku piştî Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê der barê wê de doz vekir, di 30'ê Çile de li Midûriyeta Polîsan a Edeneyê îfade da û wiha got: "Piştî min çû îfade da û şûnde kesên xwe wekî 'Ez îstihbaratvan im' didin naskirin ji min dixwazin ku bibin sîxûr. 3 mehin ev kes bê navber li bin digerin û gefan li min dixwin. Li min digerin û dibêjin werin bibin alîkarê me. Ger ku tu nebe alîkarê me, du û malbata te wê zerarê bibînin. Em ê te biparêzin û pereyan bidin te. Emê ji tere telefonek herî baş bistînin. Cilan bistinin. Here HDP’ê û li wir qeydên deng bistîne. Deng ji mere jî bişîne em jî bibhîzin. Têkeve civîna ciwanan. Li wir agahiyan ji me bistîne. Ger ku tu nebe alîkarê me tu û malbata te wê zerarê bibînin û gefan li min dixwin."    Kiliç, anî ziman ku wê der barê van kesan de serlêdana sûc bike û li dijî van gefan serî natewîne.    MA / Hamdullah Kesen