HDP ê 3 jê bajarê mezin 7 bajar qezenç kir 2019-04-01 01:24:22   ENQERE - HDP'ê di Hilbijartina Rêveberiya Herêmî ya 31'ê Adarê de, 3 jê bajarê mezin bi giştî 7 bajar û 40 navçe qezenç kir. Li bajarê Îdir û Mûşê jî nediyarî didome.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di Hilbijartina Rêveberiya Herêmî ya 31'ê Adarê de, 3 jê bajarê mezin bi giştî 7 bajar û 40 navçe qezenç kir. Li bajarê Îdir û Mûşê jî nediyarî didome.  HDP'ê di vê hilbijartinê de li gel Şaredariyên Bajarên Mezin ên Wan, Amed û Mêrdînê, bajarê Êlih, Sêrt, Qers û Colemêrgê 7 bajar qesenç kir. HDP'ê li gel 7 bajaran 40 navçe û 12 bajarok bi dest xist. Li gorî agahiyên ji navenda HDP'ê hatin li bajarê Mûş û Îdirê jî nediyarî heye. Navendê anî ziman ku li van 2 bajaran mudaxaleyî dengan kirine û de li Îdir û Mûşê îtîraz bikin.