Gel li Cizîr, Êlih, Nisêbin. Amed û Qoserê serkeftin pîroz kir 2019-03-31 23:56:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi deh hezaran welatî li Cizîr, Nisêbin, Amed, Êlih û Qoserê daketin kolanan û bi fîşekên hewayî serkeftina HDP'ê pîroz kirin.    Bi deh hezaran welatî li Cizîr, Nisêbîn, Amed, Êlih û Qoserê serkeftina HDP'ê ya hilbijartinê piroz kirin. Xelkê Cizîrê bi rêjeyek mezin a dengan Şaredariya Cizîrê ji qeyûm girt û encamê hilbijartinê bi coşeke mezin pîroz kir. Ji 7 salî heta 70’î salî xelkê Cizîrê beşdarî pîrozbahiyê bû û pîrozbahî li Parka Botaş a Taxa Nûrê dewam kir. HDP’ê bi rêjeyek mezin dengan şaredarî qezenc kir û serkeftin pîroz kir.    GELÊ NISÊBÎNÊ SERKEFTİN PÎROZ KIR    Bi hezaran welatî li Qoser û Nisêbînê jî bi heman armancê derketin kolanan û serkeftina HDP’ê pîroz kir. Li navçeyên Qoser û Nisêbînê yên Mêrdînê gel daket qadan û serkeftina HDP’ê pîroz dikin.   BI HEZARAN WELATI PÊŞ HDP'A ÊLIHÊ SERKEFTIN PÎROZ KIR   Li Êlihê jî bi hezaran welatî li pê avahiya HDP'ê ya Êlihê kom bûn û serkeftina xwe ya di hilbijartinê de pîroz kirin. Bi hezardan welatiyên li pêş avahiya HDP'ê kom bûn dirûşmeyên "Batman ya me ye" berz kirin. Girseya xwestin bimeşin avahiya Şaredariyê polîsan muxaxale kir. HDP'ê bi rêya ji sedî 65.54 deng stend û bû partiya yekem.   LI AMEDÊ JÎ BI DEH HEZARAN SERKEFTIN PÎROZ KIR   Li Amedê jî piştî HDP'ê ji sedî 62 derbas kir bi deh hezaran welatî li ber avahiya HDP'ê kom bûn û serkeftina xwe pîroz kir. Bi deh hezaran welatiyên li ber avahiya HDP'ê kom bûn bê navber dirûşme berz kirin û fîşekên hewaqî avêtin. Piştre bi konvoyê li nava bajar tûr avêtin.