Bûldan: Kurd bi serketin Bîlgen: Em serkeftinê diyarî Dayîka Berfo bikin 2019-03-31 23:32:03   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di pîrozbahiyên li Amedê de axivî û diyar kir ku polîtîkaya qeyûman têk çûn, Kurd û hêzên demokrasiyê bi ser ketin. Hevşaredarê Qersê yê HDP’ê Ayhan Bîlgen jî diyar kir ku ew li Qersê bi ser ketine.   Bi deh hezaran welatî li ber avahiya HDP'ê ya Amedê kom bûn û serketina Amedê pîroz kirin. Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan li Amedê tev li pîrozbahiyê bû axaftinek kir. Bûldan li gel Parlementer Dersim Dag, Mûrat Sarisaç, Tayîp Temel ên li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 3’ê Adarê ve ketine grevê û namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Hulya Alokmen Ûyanik re li pêşiya avahiya HDP’ê ya bajar silav da gel. Bûldan di pîrozbahiyê de axivî û wiha got: “Gelê Amedê, jin û ciwan hûn xêr ahtin. Îro em bi hev re şahidiyê jî pêvajoya dîrokekê re dikin. Em li Amedê bi hev re şahidiya serketinê dikin. Destê we sax be. Ev serketin serketina jian, ciwanan e. Serketina Kurdan e. Serketina gelên Tirkiyeyê ye. Nêzî mehek û nîvê hema bêje li her devera Tirkiyeyê em geriyan û li her devera Tirkiyeyê bi gelê xwe re civiyan. Ji bo vê em bi ser ketin. Her demê em geriyan jî astengî li pêşiya me hatin danîn. Ji bo HDP bi ser nekeve her demê zorî dan me. Me hemû astengî derbaskir û bi ser ketin. Ev vê serketinê di serî de diyarî Leyla Guven û hemû hevrêyên xwe yên di grevê de ne dikin. Hêj encamên gelek deveran nehatine eşkerekirin. Li gorî encamên hatine eşkerekirin li her devera Tirkiyeyê hêzên demokrastiyê û Kurd bi serketine. Li her deverên Tirkiyeyê Partiya Demokratîk a Gelan bi serketiye. Îro gelê me anî ziman ku wê tecrîdê nepejirînin. Gelê me payama ku polîtîkayên qeyûman têk çûye dan. Polîtîkayên qeyûman bi temamî têk çû. Me li Şirnex, Dersim û Agiriyê winda nekir. Ji ber ku li van bajaran her cûre lîstik hatin kirin, her cûre hîle hatin kirin. Ji bo Şirnexê 12 hezar kesên ji deverên derve birin Şirnexê ji bo deng bidin. Şirnex xestp kirin. Gelê Şirnex, Dersim û Agiriyê bi ser ket.     BÎLGEN: QERS BI SER KET    Namzetê Hevşaredariya Qersê Ayhan Bîlgen jî li ser twîtterê daxuyaniyeke kurt da û got ku “Tevî Kurd, Tirkmen, Azer, Terekeme, karmend, xwendekaran em bi ser ketin. Qers bi ser ket. Aştî û demokrasî bi ser ket. Me di 7’ê Hezîranê de gotibû em ê şaredariyê bi dest bixin û diyarî Dayîka Berfo bikin. Qersê rûyê me reş dernexist.”