Li Dîlokê di şerê keyayan de 3 kes mirin û yek birîndar bû 2019-03-31 22:39:37   DÎLOK – Li Taxa Koksalan a Navçeya Şehitkamîlê ya Dîlokê di dema jimartina dengan de niqaş derket. Kurê keyayê berê Cuma O., namzetê keya Suleyman Kaplan û birayên wî Adem û Eyup Kaplan kuşt.    Li taxa Koksalan a Navçeya Şehîtkamîlê ya Dîlokê dema deng dijimartin, şer derket. Kurê Keyayê berê Suleyman O.  Cuma O. bi çekê gule li ser namzetê keya Suleyman Kaplan û birayê wî reşand. Di bûyerê de Suleyman Kaplan, birayê wî Eyüp Kaplan û Adem Kapla jiyana xwe ji dest dan. Piştre eskeran berda Cuma O û bêtesîr kir. Di bûyerê de Eyup Kaplan, Suleyman Kaplan û Adem Kaplan jiyana xwe ji dest dan. Cuma O, di bûyerê de birîndar bû û rakirin Nexweşxaneya Şehitkamilê. Piştî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.