'Bi qedexeya zozanan mirov ji xwezayê hatin dûrxistin' 2017-11-11 10:22:02 COLEMÊRG - Bi qedexeyên zozanan diwazin herêmê bê mirov bihêlin û koçberiyê pêş bixin. Serokê Komeleya Çiyayê Cilo Halit Soydan, diyar kir ku piştî qedexeyan mirov ji xwezayê hat qutkirin û wiha got: "Bi vê yekê xwezaya civaka Colemêrgê roj bi roj xera dibe."  Dewlet di 30 salên dawî de polîtîkayên taybet li ser bajarên herêmê dimeşîne. Di destpêkê de pergala cerdevaniyê pêş xistin û xwestin hemû welatiyên gundên herêmê bibin cerdevan. Yên ev yek qebûl nekirin bi zorê hatin koçberkirin û gundê wan hatin şewitandin. Piştî dîsa welatî li gundê xwe vegeriyan vê carê li ser gelî û rûbaran bend ava kirin. Bi vê yekê jî nehatin ser zozan li welatiyan qedexe kirin û çûn û hatina gund û zozonan qedexe kirin. Bi ve yekê dixwazin çandinî û sewalkariyê tune bikin û herêmê ji mirovan vala bikin.  Serokê Odeya Esnaf û Sinhetkaran Îrfan Sari diyar kir ku ji ber zozan hatin qedexekirin sewalkarî hat asta tunekirinê.    ‘DIXWAZIN GEL BI XWE VE GIRÊ BIDIN   Sari, anî ziman ku hemû xweza û axa herêmê hatiye qedexekirin û ji ber vê yekê qada jiyanê li welatiyan tê tengkirin û wiha got: "Berê li gundan her tişt xwezayî û xweser bû. Aborî, jiyana civakî û jiyana siyasî xweser bû. Çand xweser bû. Lê niha bi qedexeyan dixwaze gel bi xwe ve girê bidin. Dixwazin her tiştî bi xwe ve girê bidin û gel bikin mohtacê xwe. Gel ji hilberîn û afirîneriyê qut dikin. Êdî mirov nikare behsa hilberîn û aboriya xwezayî bike. Bi qutbûna axê, ji hilberînê jî qutbûn heye. Niha li ser jiyana gel ambargo heye.    ‘ÊDÎ MÊŞVANÎ TUNE DIBE'    Sari, destnîşan kir ku Midûriyeta Çandinî û Sewalkariyê ya Colemêrgê hêjmara sewalan aşkere kiriye û ev yek rastiyê nîşan nade û wiha got: "Midûr hêjmara sewalan wekî 750 hezar nîşan dide. Lê rastî 250 hezar sewal in. Zozan û axa Colemêrgê herî kêm dikare 3-4 milyon sewalan xwedî bike. Lê ji ber qedexe hene hêjmar daketiye 250 hezar sewalan. Ji ber qedexeyan mêşvanî jî tune dibe. Berê 3-4 milyon mêşên hingiv dihatin xwedîkirin. Lê niha mêşvanî tune dibe û mêş bi şekir tên xwedîkirin. Li Colemêrgê ji ber zozan tên qedexekirin nexweşiya pençeşêrê jî zêde bûye. Divê hikûmet dest ji van polîtîkayên qedexekirinê berde.   ‘QEDEXE MIROVAN JI ÇAND Û XWEZAYÊ DÛR DIXE'   Serokê Komeleya Çiyayê Cilo Halit Soydan, jî, diyar kir ku piştî qedexeyan mirov ji xwezayê hat qutkirin û wiha got: "Bi vê yekê xwezaya civaka Colemêrgê roj bi roj xera dibe. Dewletê piştî pêvajoya şer bi sedan zozan qedexe kir. Dewletê polîtîkayên tundiyê zêde kir. Ji ber zozan hatin qedexekirin mirov ji xweza, hilberîn, çand û nirxên xwe dûr ketin.    BI ZANEBÛN EV POLÎTÎKA TÊ PÊŞXISTIN   Soydan, anî ziman ku dewlet bi zanebûn li herêmê van polîtîkayan pêş dixe û wiha got: "Li ser civakê tundiya derûnî pêş dixin. Li vî bajarî 30 sal berê sewal dişandin bajarên Îran, Iraq û Anatoliyayê. Lê niha goşt dikire. Kijan polîtîkayê anî vî halî? Armanca sereke dixwazin vê civakê dîl bigirin û bi xwe ve girê bidin. Kîloya peynîr 25-30, mast 5 tl û kîloya goşt gihişt 45 tl. Çima di nava çend salan de ew qas buha bû. Sedema ve yekê qedexeya zozanan e.