Li tevahiya Tirkiye dengavêtin bi dawî bû 2019-03-31 17:00:55   NAVENDA NÛÇEYAN – Li tevahiya bajarên Tirkiye dengavêtin bi dawî bû. Li 32 bajarên rojhilat saet di 07.00'an de dengavêtinê dest pê kir û saet di 16.00'an de bidawî bû. Li bajarên Rojavayên Tirkiye jî deng avêtin saet di 08.'an de dest pê kir û saet di 17.00'an de dengavêtina sindoqan bi dawî bû. Piştî dengavêtina sindoqan bi dawî bû, jimartinê jî dest pê kir.    Li tevahiya Tirkiyeyê 57 milyon 58 hezar û 636 hilbijêr îro ji bo hilbijartina xwecihî di 194 hezar 390 sindoqan de dengên xwe bikar anîn. Tirkiye ji bo hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê ku ji bo 5 salan rêveberên xwe yên herêmî hilbijêrin diçe ser sindoqan.  Li 32 bajaran dengdayîn saet di 07.00’an de dest pê kir û saet di 16.00'an de bi dawî bû. Li bajarên din ên rojavayê Tirkiye jî saet di 08.00’an de dengdayîn dest pê kir û wê saet di 17.00'an de bi dawî bû. Di hilbijartinê de 57 milyon 58 hezar û 636 hilbijêr wê îro di ji bo hilbijartina xwecihî di 194 hezar 390 sindoqan de dengên xwe bikar bînin. Li gorî biryara YSK’ê li Semsûr, Agirî, Artvîn, Çewlîg, Bedlîs, Amed, Xarpêt, Erzîngan, Dîlok, Gîresûn, Gumuşhane, Colemêrg, Qers, Meletî, Mereş, Mêrdîn, Mûş, Ordu, Rîze, Sêrt, Sêwaz, Trabzon, Dersim, Wan, Bayburt, Êlih, Şirnex, Erdexan, Îdir û Kîlîsê û li girtîgehên van bajaran saet ji 07.00’an ve degndayîn dest pê kir û saet di 16.00’an de bi dawî bû. Li bajarên din jî saet di wê saet di 17.00'an de bi dawî bû. Piştî li 32 bajarên rojhilat saet di 16.00'an de û li bajarên din ên Tirkiye jî saet di 17.00'an de dengdayîn bi dawî bû jimartina sindoqan dest pê kir. Piştî saet 21.00'an ji wê weşana der barê hilbijartinê de serbest bibe.    QEDEXEYÊN HILBIJARTINÊ DIDOMIN   Qedexeyên ji bo roja hilbijartinê didomin. Li bendê ye ku heta saet 24.00'an encama hilbijartinê bi dawî bibe. Li bendê ye ku piştî saet 18.00'an şahiyên ji bo encama hilbijartinê bi dawî bibe.    11 PARTÎ TEV LI HILBIJARTINÊ BÛN   Di hilbijartinê de AKP, Partiya Serbixe ya Tirkiye, (BTP), Partiya Yekîtiya Mezin (BBP), Partiya Gel a Komarê (CHP), Partiya Demokrat (DP), Partiya Çep a aDemokratik (DSP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya İYİ, (ÎYÎP), Partiya Tevgera Nijadperest (MHP), Partiya Saadet (SP), Partiya Komunîst a Tirkiye (TKP) û Partiya Vatan (VP) beşdarî hilbijartinê bûn.