Di hilbijartinê de şerê keyayan: Bi dehan kes birîndar bûn 2019-03-31 15:24:55   NAVENDA NÛÇEYAN – Li navçeyên Karaz, Şankuş, Pîran û Lice yên Amedê di navbera namzetên keyaya ne de şer derket. Di şerê navbera keyayan de 33 kes birîndar bûn. Li Edene jî di navbera keyayan de şer derket û kes birîndar bûn. Li bajaroka Dîgnûk a Kopê jî di navbera namzetên AKP û SP'ê de şer deket û 4 kes birîn dar bûn.    Li navçeya Taxa Bozbaglar a Karazê ya Amedê li dibistana Hayderekan di navbera namzetê keya yê taxa Barişê  Sait A. û Nevzat P. de pevçûn derket. Di şerê bi dar, ber û çekan de 2 jê giran 14 kes birîndar bûn. Kesên birîndar bûn rakirin nexweşxaneya dewletê ya Amedê.    LI ŞENGÛŞÊ 12 KES BIRÎNDAR BÛN   Li navçeya Şankûşê ya Amedê jî di navbera keyayên taxa Keleşevlerî de şer derket. Di şerê navbera du aliyan de 9 kes birîndar bûn. Kesên bi navê Metin Y., Nurettin Y., Tayfun Y., Hanîfî Y. Sadettin G., Cuma G., Îbrahim G., Kiyasettin G. û Habip G. jî di navde 12  kes birîndra bûn û bi ambulansan rakirin nexweşxaneyê.    PÎRAN Û LÎCE    Li taxa Baltaci ya Pîranê di navbera endamên keyayan de şer derket û  4 kes birîndar bûn. Gelek ambulans şandin cihê bûyerê.    Li navçeya Lice jî di şerê navbera keyayan de 3 kes birîndar bûn.    EDENE    Li Taxa Emekê ya navçeya Seyhanê ya Edeneyê di navbera keyayan de şer derket. Gelek kes birindar bûn. Polîsan 2 kes binçav kirin.    MÛŞ    Li bajaroka Dîgnûk a Kopê jî di navbera namzetên AKP û SP'ê de şer deket û 4 kes birîn dar bûn. Dema welatiyan li Lîseya Îmam Hatipê dengê xwe bikar anîn, di navbera hilbijêrên AKP û Saadetê de şer derket. Di şerê bi dar, ber û kêran de 4 kes birîndar bûn. Kesên birîndar rakirin nexweşxaneyê.