Polis ji wekîlê HDP'ê re got: Tu wekîlê terorîstan e 2019-03-31 13:43:37   SÊRT - Li Sêrtê di navbera cerdevan û erkdarên sindoqê yên HDP’î de niqaş derketin. Di niaşan de polisekî ji parlamenterê HDP'ê  Siddik Taş re got: "Tu ne wekîlê me ye. Tu wekîlê terorîstan e."    Li Sêrtê avêtina dengan û çûyîna ser sindoqan didome. Li Dibistana Seretayî ya Halîde Kutlualp di dema dengavêtinê de di navbera cerdevan û erkdarên sindoqê yên HDP’î de niqaş derketin. Dema parlamenterê HDP'ê Sidik Taş ket navberê û xwest niqaşan rawestîne, polîsan bertek nîşan dan. Di niaşan de polisekî ji parlamenterê HDP'ê  Siddik Taş re got: "Tu ne wekîlê me ye. Tu wekîlê terorîstan e."    Piştî cerdevanan uniformayên xwe derxistin bûyer bi dawî bû.