‘Heke careke din êrîşî goran bikin, em ê hestiyên zarokên xwe bibin malê’ 2017-11-11 09:24:10 COLEMÊRG- Li Geverê cara 5’emîn e ku goristan tên texrîbkirin. Malbatan bertek nîşanî vê rewşê da û wiha gotin: “Heke careke din êrîşî goristanan bikin, em ê hestiyên zarokên xwe ji gorê derxînin û bibin malê.”  Li Taxa Ormanê ya Gevera Colemêrgê, tîmên taybet careke din gor texrîb kirin. Malbatan bi bîr xist ku, ev cara 5’an e goristan tê texrîbkirin û heke careke din gorên zarokên wan bê texrîbkirin ew ê hestiyên zarokên xwe ji goran derxînin û bibin malê.    EM Ê HESTIYÊN ZAROKÊN XWE BIBIN MALÊ    Kudret Aksû, dayika Suleyman Aksû ku di komkujiya DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da, bertek nîşanî vê rewşê da û wiha got: “Ev wehşeteke çawa ye.” Aksû got ku kesên ji hestiyên mirovan ditirsin tim êrîşî goran dikin. Aksû, diyar kir ku ji bo ew kurê xwe bide xwendin wê ew li ser pişta xwe dikir û dibir dibsitanê û wiha domand: “Kurê min di şert û mercên zor de xwend. Dema pêlîstok ji zarokên Kobaniyê re dibir hat qetilkirin. Berdewamiya zilma DAIŞ’ê ye, ku kurê min û hevalên wî qetil kir. Me bi zor û heft bela Suleyman defin kir, di dema definkirinê de heqaret dihatin kirin. Bi salan xebitî û malek çê kir, lê bi kifrîtekê hat şewitandin. Gora ku hevalên wî û xwendekaran çê kir, cara 3’yan e ku tê texrîbkirin.”    ‘DAIŞÊ KURÊ MIN KUŞT, LÊ EM TIM BI ZILMA TÎMÊN TAYBET RE RÛ BI RÛ DIMÎNIN’    Aksû, anî ziman ku wan û dayikan tev de li goristanê nobet girtiye û ji ber vê saet li dor 5’ê sibê êrîş li goran hatiye kirin. Aksû, dest nîşan kir ku heke ev êrîş bidomin, ew ê hestiyên zarokên xwe wergirin, bibin malê û li vir nobetê bigirin. Aksû, diyar kir ku DAIŞ’ê kurê wê kuştiye, lê belê ew tim bi zilma tîmên taybet re rû bi rû dimînin. Aksû wiha got: “DAIŞ’ê kurê min kuşt, lê belê ev wek peywrewên DAIŞ’ê tim êrîşî gora kurê min dikin.”    Naciye Dere, dayika Îsmaîl Dere (Ciwan Şiyar) ku li Rojavayê jiyana xwe ji dest da û li goristana li Taxa Ormanê bi awayekî girseyî hat definkirin, bertek nîşanî vê rewşê da û got ku ji ber kurê wê û hevalên wê bi awayekî girseyî hatine definkirin, heyfa vê yeke tê stendin.    Dayik Dere, diyar kir ku mirov ancax dikare vê êrîşê wek “wehşetê” bi nav bike û wiha got: “Kurekî min û keçekî min hebûn. Kurê min şehîd ket, keça min jî zewicandiye û li Wanê dijî. Hevjînê min jî jiyana xwe ji dest daye. Ez li mala xwe ya ku nêzî goristana ku gora kurê min lê ye bi tenê dijîm. Naxwazim biçim cihekî dûr. Ev mal di dema operasyonan de ji aliyê tîmên taybet ve hat rûxandin. Bi alîkariya şêniyên taxê me ji nû vê ava kir. Ez ê li vir bijîm. Dema mirim jî ez ê li cem agora kurê xwe û hevalên wî bim.”