Li Amedê 2 xizmên endamên keya şer kirin û birîndar bûn 2019-03-31 13:11:44   AMED – Li Taxa Bariş a Navçeya peyasê ya Amedê 2 xizmên namzetên keya şer kirin û birîndar bûn.    Li Taxa Barış a Peyasa Amedê 2 xizmên namzetên keya û xizmên wan bi dar, ber û kêran li hev xistin. Di navbera xizmên keyayan de şerê bi dar û ber de 2 keya birîndar bûn. Di navbera namzetên keya Saît Aydemir û Nevzat Pektaş de li semta 500 malan li dibistana Navîn a Çelebî berê niqaş derket û piştre şer kirin. Di buyerê de namzetên keya de birayê Sait Aydemir M. Aydemir û krê wi N. Aydemir birîndar bûn.    Kesên birîndar bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Yaşargîlê.