Li taxa qedexekirî ya Sûrê deng tên bikaranîn 2019-03-31 13:05:27   AMED – Hilbijêrên li 6 taxên Sûrê ku qedexeya derketina derve ya di cîhanê de herî dirêj lê didome çûn dengê xwe bikar anîn. Welatî di bin siyas polîsan de çûn dengên xwe dan. Bariyer û maşîneyên zirxî yên li ber Şaredariya Sûrê jî hatin rakirin.    Li 6 taxên Navçeya Sûrê ya Amedê di 2’ê kanûna 2015’an de qedexeya derketina derve hat îlankirin û 103 roj dewam kiribû. Piştî dorpêç û operasyonên pêk hatin 6 tax bi temamî hatin hilweşandin. Mirov dikare bêje ku kevir li ser kevirê nema. Hilbijêrên van taxan ku navçeyên din ên Amedê bicih bûne çûn ser sindoqan û dengên xwe dan.    LI TAXA QEDEXE SINDOQ HAT DAYÎN    Şêniyên taxa Cevatpaşa ku qedexe û hilweşandin lê didome, çûn dibistana Alparslan û deng didin. Beşdariya welatiyan a li gel tedbîrên zêde yên polîsan jî balê dikişîne ser xwe. Astengdar û extiyar bi alîkariya xizmên xwe diçin dibistanê û deng didin.  Hem li taxên qedexekirî û hem jî li taxên din ên Sûrê dorpêçkirina polîsan balê dikişîne.    NAMZETÊN SÛRÊ DENGÊN XWE BIKAR ANÎN    Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Sûrê Fîlîz Buluttekîn li dibistanek Taxa Camî Kebîr dengê xwe bikar anî û Cemal Ozdemîr jî li dibistanek Taxa Dîcle dengê xwe bikar anî.    BARIYER HATIN RAKIRIN    Li aliyê din jî piştî qeyûm tayînî Şaredariya Sûrê hat kirin avahiya sûrê di dorpêça polîsan de bû û derdora şaredariyê bi bariyeran hatibû girtin. Hat dîtin ku vê serê sibehê nokteya polîsan û bariyer ji derdora avahiya şaredariyê hatine rakirin.