Ji bo lazimiyê xurde û bixuran kom dike 2017-11-11 09:22:35 MÛŞ - Zarokên temanên wan di navbera 10-12 salî yên dibistanê çawa ders bi dawî dibin, berê xwe didin nav xirabeyên Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê ya hatiye rûxandin û li hesinan digerin.   Li Mûşê gelek zarokên dibistanê dixwînin, ji bo lazimiyên xwe ya dibistanê karê xetere dikin. Çawa ders bi dawî dibin diçin nava xerabeyan û hesinan kom dikin. Kiloya hesinên ku derdixin jî bi 45 qurîşan difiroşin. Bi rojan e li vê qada hafriyat heye, lê heta niha Şaredariya Mûşê tu tevdîr negirtine.