Namzetê HDP’ê yê Mêrdînê Turk: Ji rakirina Îpoteka li ser vîna gel re çend saet ma 2019-03-31 12:20:23   MÊRDÎN - Namzetên HDP'ê yê Hevşaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Fîgen Altindag dengê xwe avêtin sindoqan. Turk, piştî dengê xwe avêt daxuyaniyek kurd da û wiha got: "Hindik ma. Çend saet man. Îpotek danîbû ser vîna gelê me. Ji rakirina îpoteka li ser vîna gel re hindik ma. Gelê me ji bo rakirina îpoteke wê bersîv bide."      Namzetên HDP'ê yê Hevşaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Fîgen Altindag dengê xwe avêtin sindoqan. Turk, li Dibistana Seretayî ya Kasimiye ya Navçeya Artuklu dengê xwe avêt sindoqa hêjmar 1321'an. Altindag jî li navçeya Mahsertê li Lîseya Mehmet Kavak denge xwe avêt sindoqa hêjmar 1007'an. Turk û Altindag piştî dengê xwe bikar anîn ji dibistanê veqetiyan. Walîtiyê destûr neda ku rojnamegerê navê wan di lîsteyê de tune nûçeyên hilbijartinê bişopînin. Ji ber vê yekê yên navê wan di lîsteyê de tune bû destûr nedan ku dema Namzetên Hevşaredaran deng davê wêne bikişîne. Turk, piştî dengê xwe avêt daxuyaniyek kurd da û wiha got: "Hindik ma. Çend saet man. Îpotek danîbû ser vîna gelê me. Ji rakirina îpoteka li ser vîna gel re hindik ma. Gelê me ji bo rakirina îpoteke wê bersîv bide."    Namzetên HDP'ê yên Navçeyên Nisêbîn, Qoser, Artuklu, Mîdyat, Mahsert, Stewr, Dêrik, Şemrexê jî li navçeyên xwe dengê xwe bikar anîn.