Namzet Zumrut û nûçegihana JinNewsê hatin derbkirin 2019-03-31 11:43:06   AMED - Namzeta HDP'ê ya Hevşaredariya Rezanê Zubeyde Zumrut çûn ser sindoqê û dengên xwe da. Nûçegihana JinNewsê dema dengdana Zumrut dişopand ji aliyê polîsan ve hat tehdîtkirin.    Namzeta HDP'ê ya Hevşaredariya Navçeya Rezana Amedê Zubeyde Zumrut li dibistana Alî Kuşçuya Rezanê dengê xwe bi kar anî. Nuçegihana JinNewsê Gulîstan Azak dema Zubeyde Zumrut dişopand ji aliyê polîsan ve hat astengkirin û tehdîtkirin. Polîsên Azak tehdît kirin gotin: "Tu terorîst î ji vir biçe." Zumrut dema bertek nîşanî polîsan da ji aliyê polîsan ve hat dehfdan.