Bi unîformayên xwe çûn ser sindoqan 2019-03-31 11:34:35   ŞIRNEX – Li Navçeya Elkê ya Şirnexê tevî ku esker ne wezîfedarên fermî bûn jî bi unîformayên xwe eskerî xwestin deng bikar bînin. Wezîfedarên HDP’ê yên sindoqan esker hişyar kirin. Esker neçar man ku unîformayên xwe derxin.    Eskerên ku beriya hilbijartinê qeydên wan bi awayek bêrêbaz li navenda Şirnex û navçeya Elkê hatin çêkirin, bi cilên xwe yên eskerî çûn ser sindoqan û xwestin dengên xwe bi komî bikar bînin. Esker bi maşîneyên zirxî çûn dibistanan. Rojnamegerên xwestin çûyîna eskeran bikişînin hatin astengkirin.    Hat ragihandin cerdevan li gundê Qesrikê ya girêdayî navenda Şirnexê zext li ser hilbijêran dikin. Hat gotin bi dehan esker bi çekên xwe lûle dirêj li ser dibistanan tên sekinandin.    ESKER NEÇAR MAN UNÎFORMAYÊN XWE DERXIN    Li navçeya Elkê jî esker bi komî çûn dibistanan. Hat dîtin ku esker bi unîformayên xwe yên eskerî çûn dengdanê. Esker li gel ne wezîfedarên fermî bûn jî bi unîformayên xwe eskerî xwestin deng bikar bînin. Wezîfedarên HDP’ê yên sindoqan esker hişyar kirin. Esker neçar man ku unîformayên xwe derxin.