Li Wanê dengdan didome: Namzetên Hevşaredariya Wanê dengên xwe dan 2019-03-31 11:05:38   WAN – Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan û Mustafa Avci dengên xwe bikar anîn.    Li 3 navçeyên navendî û li navçeyên derve yên Wanê serê sibê ji saet 07.00’an ve dengdan dest pê kiriye û didome. Bi sed hezaran gel diherike ser sindoqan û dengên xwe bikar tînin.    Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan û Mustafa Avci dengên xwe bikar anîn. Avci li dibistanek li Navçeya Artemêtanê dengê xwe di sindoqa jimara 1230’an de dengê xwe da û hêvî kir ku wê hilbijartin bibe wesîleya xêrê.    ‘JI BO ROJÊN XWEŞ’    Namzeta din Bedîa Ozgokçe Ertan jî li dibistanek li Navçeya Rêya Armûşê li sindoqa jimara 2118’an dengê xwe bikar anî. Ozgokçe got ew hêvî dikin ku wê hilbijartin bibe wesîleya rojên xweş û siberoj wê bibe ya wan hemûyan.