Parlamenter Dersim Dag a di greva birçîbûnê de ye deng bikar anî 2019-03-31 09:22:48 AMED – Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag a ji 3’ê adarê ve ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan di greva birçîbûnê de ye dengê xwe bikar anî. Dag got: “Ez hêvîdarim wê bibe wesîleya aştî û biratiyê.”  Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag a ji 3’ê Adarê ve ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye li Dibistana Mevlana Halît a li Navçeya Peyasa Amedê dengê xwe bikar anî.    Dag li gel Namzeta HDP’ê ya Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Hulya Alokmen Uyanik, Namzetên HDP’ê Hevşaredariya yên Peyasê Necatî Pîrînççîoglu û Kezîban Yilmaz û rêveberên HDP’ê çû dengê xwe bikar anî.    Parlamenter Dersim Dag dema dengê xwe bikar anî wiha got: “Ez hêvîdarim wê bibe wesîleya aştî û biratiyê.”