Ayhan Bîlgen dengê xwe bikar anî: Werin em bi hev re bixebitin 2019-03-31 09:11:51 QERS – Namzetê HDP’ê yê Hevşaredariya Qersê Ayhan Bîlgen dengê xwe bikar anî. Bîlgen got: “Encam çi dibe bila bibe em her kesî vedixwînin xebata bi hev re.”  Namzetê HDP’ê yê Hevşaredariya Qersê Ayhan Bîlgen dengê xwe di sindoqa jimara 1146’an a li Dibistana Haydar Aliyev bikar anî. Bîlgen bi keçên xwe û hevjîna xwe re çû deng dayînê. Bîlgen piştî deng bikar anî daxuyaniyek kurt da û got: “Hilbijartin serxêrê be. Rêzgirtina îradeya ji sindoqan derkeve jêvenegera demokrasiyê ye. Me kampanyayek girîng birêve bir. Em hêvîdarin wê hilbijartin di nava aramî û ewlehiyê de derbas bibe. Encam çi dibe bila bibe em her kesî vedixwînin xebata bi hev re.”