Ji heman malbatê 3 kes li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne 2019-03-31 08:30:17 MÊRSÎN – Ji heman malbatê 3 kes tev li greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bûn. Malbata Çoban, ji rayedaran xwestin rê li ber mirinê bigirin.  Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da destpêkirin ji di roja 144'an de didome. Her wiha bi heman daxwazê çalakiya greva birçîbûnê li girtîgehan jî didome.    Ji malbata Çoban jî 3 kes di greva birçîbûnê de ne. Li Girtîgeha Tîpa M a Ermenkê Cîhan Çoban ji 20'ê Çileyê, li Girtîgeha Şakranê Şehrîban Çoban ji 15'ê Sibatê û li Girtîgeha Jina ya Gebzeyê Zana Çoban jî ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ne.   Malbata wan bang li rayedaran kirin ku gavina bavêjin.    Nafiye Çoban, dayika Şehrîban Çoban, xwest daxwaza girtiyan bê qebûlkirin û got: "Bila Erdogan dengê me bibihîse û ji bo daxwaza zarokên me xwe li guhnedêriyê daneyne. Em hene, nemirine. Bila Erdogan me bibihşse, nikare me biqedîne. Li vê axê em jî hene."    ‘DIVÊ HER KES RABE SER PIYA'    Kesîre Umît, dayika Zana Çoban, diyar kir ku roj roja serîrakirinê ye û got: "Divê her kes rabe ser piya û tecrîdê bişikîne û destekê bide girtiyan. Em diêşin, her roj mirov dimirin. Em dikarin cîhanê bihejînin. Divê kurd dengê xwe bilind bike."    'DIVÊ DAYIK MIL BIDIN MILÊ HEV'    Meryem Çoban, jinbira Cîhan Çoban jî got: "Divê dayikên kurd û tirk mil bidin milê hevdu. Em ji bo mafên xwe têdikoşin, em hene. Du zarokên Cîhan hene. Em dixwazin Ocalan azad bibe."