Endamê DÎK'ê: Tu wextî wek niha bêhurmetî li cenazeyan nehatiye kirin 2019-03-31 08:29:31 AMED - Endamê DÎK'ê Mele Abdullah Arikan, ber tek nîşanî pêkanînên li cenazeyan û goristanan tên kirin da û got: "63 salî me, lê min nedîtiye tu wextî wek niha bêhurmetî li cenazeyan hatiye kirin."  Li herêmê cenazeyên kesên di dema qedexeyên derketina derve de jiyana xwe ji dest dane nadin malbatan, bi mehan li morgan tên sekinandin an jî li goristanên bêkesan tên veşartin. Her wiha li herêmê goristan jî tên texrîbkirin.    Herî dawî duh li gundê Haciya Kurda yê Bismila Amedê êrîşî gorên aîdî PKK'yiyan hat kirin û 14 gor hatin rûxandin.    Endamê Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) Mele Abdullah Arikan, diyar kir ku pêkanînên li dijî cenazeyan û texrîbkirina goran li dijî mirovayetî û alema îslamê ye û bêhurmetî ye. Arikan, bilêv kir ku astengkirina wecîbeyên olî jî li dijî îslamiyetê ye.    ‘HEQARET E'    Arikan got: "Niha cenaze di bin zext û zoriyan de tên veşartin. Wecîbeyên olî li gorî qaîdeyê nayê kirin. Her wiha malên şînê tên dorpêçkirin û şîn tên astengkirin. Ev hemû li dijî mirovahiyê ne û heqareteke mezin e."    POLÎSAN CENAZE DEFIN KIR    Arikan, anî ziman ku ji bo merasîma cenazeyekî gazî wî kirine, lê belê cenaze ji aliyê polîsan ve hatibû veşartin û jê xwestine telqînê bixwîne û got: "Polîsek û du peywirdarên şaredaryê cenaze veşartin. Gotin, nimêja cenaze hatiye edakirin û wisa hatiye veşartin. Ji min xwestin tenê telqînê bixwînim. 63 salî me, lê min nedîtiye tu wextî wek niha bêhurmetî li cenazeyan hatiye kirin. Nexasim di vê sala dawî de nirxên mirovahiyê pir tên binpêkirin."    MA / Ozgur Paksoy- Mehmet Şah Oruç