Li ser daxwaza HDP’ê wê 92 kesên Ewrûpî hilbijartinê bişopînin 2019-03-30 16:23:58 AMED – Li ser vexwendina HDP’ê heyeta ji 92 kesan pêk tê ku ji welatên Ewrûpa hat Tirkiyeyê dê li gellek bajarên herêmê çavdêriya hilbijartina xwecihî bike û encaman bişopîne.  Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî ji gellek welatên Ewrûpayê heyeta ji parlamenter, bürokrat, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û rojnamegeran pêk tê 92 kes ji bo hilbijartina xwecihî çavdêr bike û encaman bişopîne hatin bajarên herêmê. Parlamenterên Partiya Kesk a Federala Elmanya, Koma Partiya Çep a Hamburgê û rêxistinên ciwanan, Parlamenterên Partiya Demokratên Sosyal a Swêdê, Endamên Komeleya AVK’ê ya Îtalya, endamên sendîkaya COBAS’ê, endamên Koma Dostane ya Îngilîstanê, endamên Partiya Çep a Fransayê, endamên Komeleya Dostaniya Kurdan a Birîtanya, endamên Koma Piştevaniya Norveçê, endam û rêveberên Partiya Kizil, Serok û parlamenterên Partiya Çep a Swêdê û endamên Delegasyona Zurîhê di nava heyetê de cih digirin.    Li gorî organîzasyona Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP’ê kir dê endamên heyetê li bajarên wek Sêrt, Êlih, Mêrdîn, Şirnex, Amed, Riha, Çewlîg, Dersim, Xarpêt, Wan, Colemêrg, Bedlîs û navçeyên van bajaran hatin wezîfedarkirin.    14 KES HATIN DERSÎNORKIRIN    Hevberdevka Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP’ê û parlamentera Êlihê Feleknas Uca der barê xebatên birêve birine de agahî dan û bal kişand ser girîngiya hilbijartinê. Uca anî ziman ku ji endamên heyetê 14 kes hatin dersînorkirin. Uca got heyet ji bo piştevaniya bi gelê kurd re hatine bajarên wan.