Li Stenbolê li dijî binçavkirina bertek: Hîn zêdetir xwedî sindoqan derkevin 2019-03-30 16:03:12 STENBOL - Hevseroka HDP’ê yê Stenbolê Esengul Demîr, bertek nîşanî binçavkirinên muşahîdên sindoqan û namzetên endamên meclîsê yên partiya xwe dan û got: “Ev operasyon dide nîşandan ku desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê çiqas ji HDP’ê ditirse. Em bang li hemû kesan dikin ku ligel hemû  tiştî em biçin ser sindoqan. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Stenbolê, derbarê binçavkirinên muşahîdên sindoqan û namzetên endamên meclîsê yên partiya xwe de, li avahiya partiyê civîna çapemeniyê li darxist. Di civînê de binçavkirin hatin şermezarkirin. Hevseroka  HDP’ê ya Stenbolê Esengul Demîr, di civînê de axivî û got: “Mîna her hilbijartinê, di vê hilbijartinê de jî, em bi nûçeyên operasyonên binçavkirinê şiyar bû. Em sedemên van operasyonan baş dizanin. Ev operasyon didin nîşandan ku desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê çiqas ji HDP’ê ditirse. Em ji vê derê carek din bang dikin, ligel hemû tiştî em armanc dikin ku di hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê de desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ji vî welatî bişînin.”   'EMÊ SIBE HÎN ZÊDETIR BIÇIN SER SINDOQAN’   Demîr, bang li gel kir û wiha bilêv kir: “Stratejiya ku me diyar kir lîstikên wan vale derxistin. Em bang li gelê xwe dikin ku dengên xwe bidin. Emê sibe hîn zêdetir biçin ser sindoqan û emê hîn zêdetir muşahîtan peywirdar bikin.”   DERP KIRIN   Endama Komîsyona Hîqûqî ya HDP’ê ya Stenbolê Parêzer Arzû Kayaoglu jî, diyar kir ku kesên hatin binçavkirin rastî tundiyê hatin û wiha got: “Kesên hatin binçavkirin rastî îşkenceya polîsan hatin. Emê bi hevalên xwe yên hiqûqnas re van binçavkirinan bişopînin. Ji bo ku em polîtîkayên binçavkirinê yên AKP’ê vale derxînin, emê xwedî sindoqên xwe derkevin.”    LÎSTEYA KESÊN HATIN BINÇAVKIRIN    Navê 65 kesên hatin binçavkirin wihane: “Umît Bayram, Fatih Gunduz, Mehmet Şah Akgul, Gokhan Ozer, Recep Kar, Azad Kaplan, Huseyin Kayra, Ozcan Gokcur, Kadir Kaya, Sacit Tunç, Dinçer Yalin, Murat Aranir, Lokman Akinci, Suleyman Demir, Nurettin Abukan, Mehmet Şirin Balos, Ozlem Erbaş, Mizgin Akman, Turgay Turşak, Sinan Yildiz, Umut Çeçen, Serhildan Taşdemir, Azat Taşdemir, Mahsum Akpinar, Ramazan Tilbaç, Cemal Kumicen, Hulya İlbars, Enis Yigit, Bariş Piranoglu, Îrfan Kaya, Kenan Beyhan, Mahmut Dogan, Kader Kaya, Yaşan Kaya, Azat Çoban, Kemal Kaplan, Yasin Bucu, Abdulrahman Sonmez, Feryat Arslanlar, Turgut Guvener, Murat Yaşa, Huseyin Akinti, Nurcan Sarica, Çigdem Sukuti, Suzan Ejderha,  Zehra Ejderhai, Kerem Ozgan, Bahar Uluk, Abdurahman Sonmez, Tayyip Ozdemir, Omer Ozdemir, Mahmut Dogan, Bariş Karataş, Orhan Guncan, Sinan Koparir, Muhammed Ural, Mahsun Akpinar, Mazlum Yilmaz, Sinan Koparir, Şehmus Çelik û navê zarokan jî S.B, M.F.Ş, S.G, M.K û M.V.”   Hat diyar kirin ku dibe hejmara kesên hatine binçavkirin zêdetir be.