ÎHD: Ev dosya delîla îlegalîzekirina siyaseta demokratîk e 2019-03-30 14:52:54 EDENE – Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê Prz. Îlhan Ongor, girtina 8 rêveberên HDP'ê yên li ser fermana Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu ya “Dadgeh ava kirin" rexne kir û wiha got: “Bi vê dosyayê siyaseta demokratîk îlegalîze dikin.  Li ser fermana Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu a “Dadgeh ava kir" 11 kes hatibûn binçavkirin. Ji 11 kesan 3 kes hatin berdan û 8 kes hatin girtin. Hevseroka HDP'ê ya Edeneyê Gulseren Tural, Endamê Meclîsa Şaredariya Seyhanê Huseyin Beyaz, Endamê Meclîsa Şaredariya Seyhanê Enver Okmen, rêveberê HDP'ê M. Sait Eren, Ali Aslan, Yaşar Demir û endamên HDP'ê Ahmet Alak û Mustafa Yildiz hatin girtin. Rêveberên HDP'ê û ÎHD'ê li avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê daxuyanî dan çapemeniyê.    'SOYLU HEDEF NÎŞAN DA Û HATIN GIRTIN'   Parlamentera HDP'ê Tulay Hatimogullari û Kemal Pekoz, endam û rêveberên HDP'ê, Nûnerên ÎHD, DBP, EMEP, TUAYDER'ê amade bûn. Hevserokê HDP'ê yê Edeneyê Mehmet Mahsum Erîg, diyar kir uk bloka îktîdarê bi derewa “Îktîdarê dadgeh ava kirin" komplo ava kirin û wiha got: "Xwestin vê derewê bikin piştek. Îtîfaqa Cumhur ji ber stratejiya wê ya hilbijartinê têk çûye û stratejiya me bi ser ketiye êrîş dike. Ji ber ku me hewl da du malbatên ne li hev, li hev bînin derewa “Dadgeh ava kirin" belav kirin. Hevalên me bi fermana Soylu hatin girtin.    DIXWAZIN KRÎMÎNALİZE BIKIN'   Erig, anî ziman ku dixwazin siyaseta demoratîk krîminalîze bikin û ev polîtikaya li dijî wan tu car nayê qebûlkirin û wiha got: "Em wekî HDP'ê dê AKP-MHP'ê paşve bixin. Divê her kes biçin ser sindoqan. Ev operasyon ji hilbijartinê ne serbixwe ye."    Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê Prz. Îlhan Ongor, diyar kir ku polîsan bi ser avahiya HDP'ê de girt û gelek dosya û belgeyên tu eleqeyên wan tune bû jî desteser kirin. Ji ber bûyerek ku 3 sal berê pêk hatibûn 10 roj beriya hilbijartinê vê operasyonê pêk tînin. Endam û rêveberên HDP'ê binçav dikin û digirin. Em nikarin vê binçavkirin û girtinê ji hilbijartina 31'e Adare serbixwe bifikirin. Pişti daxuyaniya wezîrê karên hundir ev operasyon pêk hatiye û tabloneye neyînî ava kiriye. Tu aliyê hiqûqî û zagonî yên van îdiaan tune ye."