Li Rîze 78 girtî di grevê de ne 2019-03-30 12:29:39 AMED - Veysî Esen ê li Girtîgeha Tipa L a Kalkandere ya Rîze li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye, bi rêya malbata xwe peyam şand. Esen diyar kir ku heta encamê bigirin wê çalakiya greva birçîbûnê bidomînin û ji bo hilbijartinên sibê bang li hemû kurdan kir ku biçin ser sindoqan û li vîna xwe xwedî derkevin.  Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest pê kiriye di roja 143'an de berdewam dike. Çalakiya koma yekem a girtiyan ku di 16'ê Kanûna 2018'an de dest pê kir, di roja 105'an de berdewam dike. Di 1'ê Adarê de li hemû girtîgehên Tirkiye bi hezaran girtiyên siyasî dest bi grevê kirin û çalakiya xwe berdewam dikin. Yek ji girtiyên siyasî ku di 1'ê Adarê de dest bi greva birçîbûnê kir jî Veysî Esen ê li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandereyê girtî ye. Esen ê ji 1’ê Adarê ve di çalakiya greva birçîbûnê de ye, li ser navê hemû hevalên xwe yên di grevê de, bi rêya malbata xwe peyameke bi deng şand.    Malbata Esen peyama Veysî Esen bi Edîtora Rojnameya e-rojname Elif Can Alkan re parve kir.  Çalakger Esen di peyamê de serkeftina Hêzên Sûriyeya Demokratîk a li dijî DAIŞ’ê pîroz kir û diyar kir ku serkeftina QSD'ê nîşaneya serkeftina biratî û aştiya gelan e. Esen têkidlarî çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgeha wan hatiye destpêkirin agahî da anî ziman ku li girtîgeha Kalkandereyê ji 5’ê çileyê ve 8 û ji 1’ê adarê ve jî 70 bi giştî 78 girtî di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Esen destnîşan dike ku peyam û daxwazên wan ên çalakiyê Leyla Guven bi awayekî aşkera diyar kiriye û dibêje ku çareserkirina rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan aramiya Rojhilata Navîn û Kurdistanê ye. Esen di dawiya peyama xwe de bal kişand ser hilbijartinê û xwest her kes biçin ser sindoqan û li vîna xwe xwedî derkevin.    Peyama ku Esen bi deng ji malbate re şand wiha ye:    “Newroz bi agir tê pîrozkirin, jiyan bi berxwedananên azad tê jiyîn. Em bi giyana berxwedana Newrozê serkeftina şervanên YPG, YPJ Û QSD’ê ya li hemberî DAIŞ’ê pîroz dikin. Ev serkeftina nîşaneya serkeftina biratî û aştiya gelan e. Bi vê mebestê em hemû cangoriyan bi minetdarî bîr tînin û bejna xwe li hemberî wan ditewînin. Li qada me ji 5 çileyê ve 8 hevalên me di çalakiyê de ne û moral û coja hevalan di asta herî jor de ye. Ev hêza ku ji berxwedanê digirin biryardariya çalakiyê xurttir dike. Weke roja destpêkê di heman biryardariyê de ne. Ji 1’ê adarê ve jî derveyî hevalên nexweş 70 hevalên din bi heman birydariyê tevlî kervanê berxwedanê bûne. Peyam û daxwazên me jixwe hevala Leyla Guven ji roja destpêkê ve bi awayekî aşkera diyar kiriye.   HETA DAXWAZÊN ME MÎSOGER NEBIN EM JI HER BEDELÎ RE AMADE NE   Çareserkirina rewşa Rêbertî aramiya Rojhilata Navîn û Kurdistanê ye. Ji bo rewş, şert û mercên Rêbertî baş bibe berxwedana li hemberî faşîzmê erka her mirovî ye. Weke girtiyên azadiyê em vê erka xwe ya berpirsyariyê bi cih tînin. Heta ku li gorî daxwazên me şert û mercên Rêbertiya me baş û mîsoger nebe, dê bedel çi dibe bila bibe, em ji bo bedel dayînê amade ne.   Ev biryardarî di 17'ê Adarê de rêheval Zulkuf Gezen nîşanî herkesî da. Di 22’ê Adarê jî rêheval Ayten Beçet û Ûgûr Şakar bi pêş xistin. Di 23’ê Aderê de jî rêvehal Zehra Saglam berdewam kir. Divê herkes vê birdariyê bizanibe. Em tev candaşê vê rêyê ne. Vê yekê rêheval Medya Çinar jî penase kir.   Em bi vê giyana berxwedana li zîndana tevahiya heval û gelê xwe silav dikin. Em di wê baweriyê de ne ku gelê me yê Bakur di vê giyan û vîna tola xwe ya serkeftinê di 31’ê Adarê de ji neyaran bistîne û di hilbijartinê de bi serkeve.”