Namzetên Seravê: Em bi rêjeyek bilindttir dengan bigirin 2019-03-30 11:50:30   WAN – Namzetên Hevşaredariya Seravê Caziye Duman û Şahabettîn Bîlmez gotin ew ê şaredariya xwe bi rêjeyek bilind a dengan bistînin.    Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Navçeya Serava Wanê Caziye Duman û Şahabettîn Bîlmez xwe ji bo rêjeyek dengan a hilbijartinê amade dikin. Namzetan got wan di hilbijartina xwecihî ya 2014’an de ji sedî 65 deng bi dest xistine û dixwazin div ê hilbijartinê de bi rêjeyek bilindttir dengan bi dest bixin. Namzetan anî ziman ku ev sê mehin cihek ku ziyaret nekiribin nîne û ew dixwazin li Wanê bibin navçeya ku rekora dengan bi dest bixe. Namzetan got dê gel dîsa bigîhîje şaredariya xwe û dê Serav bi destê jinê bê xemilandin. Namzetan got dê serkeftin ya wan be.