Ji Baroya Îzmirê prz. Selanik: Nelirêtiyan ji mere ragihînin 2019-03-30 11:49:58   ÎZMÎR - Ji Buroya Îzmirê Prz. Baran Selanik, diyar kir ku ji bo ewlehiya hilbijartina sibê li dijî nelirêtiyan rawestin Tora Parêzerên Dildar ava kirine. Selanîk ji hilibjêran xwest ger ku nelirêtiyek dîtin serî li wan bidin û wan agahdar bikin.    Baroya Îzmirê ji bo ewlehiya hilibjartina sibê Tora Parêzerên Dildar ava kir. Ji parêzerên Baroyê Baran Selanik, diyar kir ku di hilbijartinên berê de jî tora parêzerên dildar ava kirin û ji bo sibê jî ev tor ava kirine. Ji parêzerên Buroya Îzmirê Baran Selanîk, anî ziman ku di vê hilbijartinê de bêtir parêzer peywirdar kirine û wiha got: "Ji bo hilibjartinek bi ewle me bi Oy ve Otesî re hevkarî kir. Me 5 perwerdehiyên cuda dan van parezerên torê. Em naxwazin ku parêzerên me tenê wekî muşahîdan li ser sindoqan rawestin. Di heman demê de em dixwazin venêrtina herêmê bikin û li herêma ku ew lê hilbijartin bi ewle derbas bibe. Tecrûbeyên wan ên berê jî hene. Navçeyên Odemiş, Karabaglar ji baroyê alikariya parêzeran xwest. Me bi tora Ragihandina mobilize em ê bêtir hewl bidin ku hilbijartin bi ewle derbas bibe. Roja hilbijartinê wê 10 parêzer li baroyê rawestin û agahiyên ku ji parêzerên herêmê biçin wê komî ser hev bikin û bi parezerên di nava torê de parve bikin. Em bang li peywirdaran dikin ku ji bo hilbijartin bi ewle derbas bibe qet girtekê ji destê xwe bernedin û pirsgirekan bi mere parve bikin."