Li Girtîgeha Tîpa T a Manisa Vîtamîna B1 natin girtiyan 2019-03-30 11:13:58   MANÎSA – Li Girtîgeha Tîpa T a Manisa vîtamîna B1 nadin girtiyan. Malbata Veysel Adiguzel ku li derve vîtamîna B1 peyda kirin û şandin girtîgehê nedan wî.    Çalakiya girtiyan a greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li hemû girtîgehan berdewam dike. Bi hezaran gritî li dijî tecridê di grevê de ne. Yek ji girtiyên di grevê de jî Vesel Adiguzel e. Adiguzel di 1'ê adarê dest bi grevê kiriye û 30 rojin di grevê de ye. Malbata Veysel Adiguzel ê li Girtîgeha tîpa T a Manisayê girtî ye Vîtamîna B1 şandin. Lê reveberiya girtîgehê vîtamînan nadin Adiguzel. Veysel Adıguzel, ku ji 1'ê Adarê de di grevê name ji Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê re şand û diyar kir ku rayedarên girtigehê Vîtamîna B1 nadin wan. Adiguzel, anî ziman ku 4 mehin li girtîgehan li dijî tecrîdê çalakî heye û ew jî di 1'ê Adarê de tev li çalakiyê bûye. Adiguzel, ani ziman ku vîtamîna B1 ku li Tirkiye tune, malbata wî li derve jêre peyda kiriye û şandiye, lê rayedarên girtîgehê vê vîtaminê nadin wî û wiha got: "Li gel ku min rewş bi rêveberiya girtîgehê re parve kiriye Vîtamîna B1 nedan min. Ji bo di tenduristiya kesên di grevê de zerarek mezin pêk neyên Vîtamîna B1 girîng e. Li gel vê yekê dizanin jî îdare û bijîşkên girtîgehê van Vîtamînan nadin me. Xuya ye ku dê çalakiyên greva birçîbûnê demek dirêj berdewam bikin. Ger ku vîtamîna B 1 nedin me, ji bo me pirsgirêkek mezin e. Em di bin tecridê de ne. Ji 1'ê Adarê u şûnde rojnameya Yeni Yaşamê nadin me. Niha em di bin tecridê de ne. Em dixwazin parazvanên mafên mirovan û cemawerî hestiyar tev bigerin."