Girtiyên nexwestin biçin dadgehê hatin derpkirin 2019-03-30 10:33:01   EDÎRNE - Hat diyar kirin ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrne, 3 girtiyên ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê dene, ji ber ku nexwestin biçin dadgehê, hatin derpkirin.     Danişîna doza derbarê girtiyên binavê Kemal Argiş, Yahya Ozmen û Vezîr Îbosovîc ên li Girtîgeha Tîpa F a Edîrne ji ber çalakiyeke ku li der xistin de hatibû vekirin, pêr li Dadgeha Cezayê Eslî ya Edîrne hat dîtin. 3 girtiyên ji 1’ê Adarê ve li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê dene, nexwestin beşdarî danişînê bibin.    3 girtiyên çûyîna dadgehê red kirin, hatin derpkirin. Hat diyar kirin ku rayedarên girtîgehê bi lêdan û darê zorê her sê girtî birine dadgehê.