Hilbijêrên Amedê: Em Amedîne û ji bilî HDP’ê ji tu kesî re deng dernakeve 2019-03-30 10:18:52 AMED – Şêniyên Amedê bal kişandin ser girîngiya ewlehiya sindoqan û her kesî vexwendin dengdayînê. Şêniyan got: “Em Amedî ne. Ji bilî HDP’ê ji tu kesî re deng dernakevin.”  Xebatên hilbijartina xwecihî yên partiyên siyasî îro bi dawî dibe. Bi deh milyonan welatî dê sibê biçin ser sindoqan û dengên xwe bidin. Şêniyên Amedê li dijî hîleyan wek her hilbijartinê ku tê rojevê dê li xwedî li sindoqên xwe derkevin. Şêniyên Amedê dan zanîn ku haya wan ji lîstikên hilbijartinê hene û gotin: “Em ê li dijî yên me tune dihesibînin biçin ser sindoqan. Hewce bike em ê li ser sindoqan heta jimartinê bisekinin. Em ê xwedî li dengên xwe derkevin.”    ‘JI BO SIBEROJA ZAROKAN HDP’    Hulya Kaya (33) anî ziman ku ji bo ewlehiya siberoja zarokên xwe dê dengên xwe bidin HDP’ê û got: “Ji bo mafên me yên ji me sitendin ez ê wek jinekê biçin deng dayînê. Em ê ji yên bajarên me ji me sitendin bêjim ‘Ya Me Ye.’ Ji bo zarokên min di nava çanda xwe de mezin bibin ez ê dengê xwe bidim HDP’ê. Em ê şaredariyên xwe şûn ve bistînin. Ewlehiya sindoqan gellek girîng e. Divê em hemû bi hev re xwedî li dengên xwe derkevin.”    ‘GEFÊN WAN NIKARIN GAV BI ME PAŞ VE BIAVÊJIN’    Ozan Tanriverdî (21) diyar kir ku ew ê dengê xwe bide HDP’ê û wiha got: “Niha rabûne dibêjin ‘em ê dîsa qeyûm tayîn bikin.’ Em ê li gel hemû tehdîtên wan biçin ser sindoqan. Em neçin ser sindoqan lê wê kî biçe. Ez ê dengê xwe bidim HDP’ê. Em yek kes jî bimînin ez ê dîsa biçim ser sindoqan. Werin em xwedî li sindoqên xwe derkevin. Bila pisîk nekevin trafoyan.”    ‘BILA ZEXT BI DAWÎ BIBIN’    Ramazan Akbalik ê li Navçeya Sûrê karê tableyan dike wiha got: “Ez ê li dijî krîza aborî û polîtîkaya zextan biçim dengê xwe bidim HDP’ê. Ji bo şer bi dawî bibe û xwîn bisekine ez ê mohra xwe li HDP’ê bidim. Çimkî yên aramiyê bînin HDP ye. Em her roj bi hêviyekê radibin lê êvarê tu tiştek naguhere û ev çend sal e rewş heman rewş e.”     ‘BILA CANÊN ME BIJÎN’    Ozgur Tunç jî bal kişand ser girîngiya hilbijartinê û got: “Em Amedî ne. Wê li Amedê ji bilî HDP’ê deng ji kesî re dernekeve. Parastina sindoqan ji bo me wîjdanek girîngek e. Ji bo canên me bijîn divê her kes biçe ser sindoqan û xwedî li ziman û welatê xwe derkeve.”    ‘EM Ê XWEDÎ LI NIRXÊN XWE DERKEVIN’    Bîrsen Kurtbogdu jî got: “Ji bo em dîsa şaredariyên xwe bi dest bixin, destkeftiyên xwe şûn ve bistînin û xwedî li nirxên xwe derkevin ez ê biçim ser sindoqê û dengê xwe bidim HDP’ê. Divê her kurd dengê xwe bide HDP’ê. Bila roja hilbijartinê her kes xwedî li sindoqan derkeve.”    ‘JI BO DAYIK NEGIRÎN’    Hanim Akbaba jî bal kişand ser grevên birçîbûnê û got: “Em ê dengê xwe bidim xwe. Heke em bi ser bikevin em ê dengê xwe ji cîhanê re ragihînin. Ji bo vê yekê jî divê em bi ser bikevin. Êdî em naxwazin ciwanên me bên kuştin û dayik bigirîn. Tiştên tên kirin bi rastî jî zilm e. Ji bo vê ez ê biçim dengê xwe bidim. Bila her kes xwedî li sindoqan derkeve.”    MA / Esra Solîn Dal