Li Sûrê êrîşên bi teqemenî pêk hatin 2019-03-30 09:43:26 AMED – Li Navçeya Sûrê li dijî yek jê kulubeya polîsan li 3 nokteyan êrîşa teqemenî pêk hat.    Li ser Kolana Melîkahmet a li Navçeya Sûrê ya Amedê duh êvarê li ser hev teqîn pêk hatin. Hat zanîn ku komekê bi teqemeniyê êrîşî yek jê kulubeya ewlehiyê ya polîsan, marketek zincîr û rawestgeha otobusê kir. Di êrîşê de kulubeya polîsan, rawestgeh û marketê xesar dîtin. Piştî êrîşê gellek polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin.    Polîsan li cihê bûyerê lêkolîn pêk anî û lêpirsîn da destpêkirin.